DÎCLE MUFTUOGLU / MA / AMED


Edîtorê Weşanxaneya Aramê, Ulaş Guldiken behsa veguherîna girseya xwendevanan bi bikaranîna medyaya civakî re dike û dibêje, “Rêjeya kesên ku pirtûkan dixwînin kêm bûye. Lê ya tirsnak ew e ka xwendevanên nû çi dixwînin.” 

Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldiken, di warê wêjeya girtîgehê, bandora teknolojiyê ya li ser rêjeya xwendinê, sansur û mijarên din nihêrînên xwe îfade kirin. Guldiken dest nîşan kir ku bi awayekî giştî rêjeya xwendinê kêm bûye û di salên dawî de girseya xwendevanan veguheriye. 

 

Kuliyata girtiyên azadiyê wêjeya şoreşê xurt dike

Guldiken, behsa berhemên wêjeya girtîgehê dike ku weşanxaneya Aramê bi awayekî zêde diweşîne û dibêje, “Tenê ne yên weşanxaneya me, nivîskarên hin weşanxaneyên din jî di girtîgehan de ne. Yanî êdî em behsa kuliyatekê dikin. Li girtîgehan hema bibêje berhemên ku hemû kategoriyên weşanxaneyê xwedî dikin, tên afirandin. Ji helbestê heta romanê, ji çîrokê heta lêkolînê gelek berhem tên. Kesên ku romanê dinivîsin bi pirranî girtiyên siyasî bi xwe ne. Berhemên ku di kategoriya bîranînê de cih digirin, hema bibêje di wesfê belgeyan de ne û kategoriya ku em jê re dibêjin ‘Wêjeya Şoreşê’ xurt dikin.” 


Edîtorya li girtîgehan

Guldiken dide zanîn ku berhemên ku ji girtîgehan ji bo weşanxaneya wan tên şandin, pêşî di ber desteyan re derbas dibin ku li girtîgehan hatine avakirin, û paşê digihên ber destê wan û wiha peyivî: “Li gorî kategoriya xwe, berhem tê tesdîqkirin û tê. Yanî bi demê re li girtîgehan komeke edîtoryalî çêbû. Ji bo weşanxaneya me desteyên ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê û Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hatine avakirin, dixebitin.” 

Guldiken di warê nexwendina pirtûkan û bandora medyaya civakî ya li ser xwendinê de jî dibêje, “Li ber destê me hin bîlançoyên aîdî çapemeniya cîhanê hene. Ev bilanço stewrbûn yan jî dewlemendiya rêjeya xwendevanan nîşan dide. Mesela, tê gotin ku pirtûkeke Sabahattin Ali milyonek car hatiye xwendin. Di nav vî hesabî de kesên mirine jî hene û li gorî vê hejmarê em dibêjin, ‘Gelek xwendevanên wî hene’. Ev yek me dixapîne. Heke ev hejmar ji bo kesên ku niha dijîn be, gelekî baş e û wê çaxê em ê karibin behsa civak û xwendevaniyeke rewşenbîrî bikin.” 

 

Lê xwendevan çi dixwîne?

Guldiken tîne ziman ku dema ew di warê nifşên nû de li bûyerê dinihêre nîşaneyên cuda dertên holê û dibêje: “Biraziyekî min ê 10 salî heye, xwendevanekî baş e. Metnên ji xwe mezintir dixwîne û bi lez dixwîne. Rojekê li cihekî ku lê bû, pirtûka ku wî dixwest tune bû. Ji pirtûkfiroşekî din pirtûkek kirî. Kir û nekir wê pirtûkê nexwend. Di du rojan de 6-7 rûpel xwendin û wê çaxê dest bi xwendina rojnameyê kir. Xwendina rojnameyê wê heta kuderê bidome, wê rojname çi bide te? Agahiyên ku rojname dide te tu yê sibê ji bîr bikî. Jixwe naşibe pirtûkeke ku te xwendiye. Ew rewş ji bo min girîng e. Ya girîng ew e ka xwendevan çi dixwîne.” 

Guldiken bi bîr dixe ku nifşê nû her roj li ser civaka medyayî gelek tiştan dixwîne û dema mirov vê yekê li gorî rûpelê pirtûkê bihesibîne ev dike 50 rûpel û wiha dipeyive: “Ev ne ew xwendevanên berê ne. Li gorî berê, her sal hejmara kesên ku pirtûkan dixwînin kêm dibe. Lê ya tirsnak ew e ka xwendevanên nû çi dixwînin, hema bibêje xwendevanên nû ti tiştî naxwînin.” 

 

Şerê dewletê li dijî Aramê 

Guldiken, ji bo pirtûkên ku di çarçoveya OHAL’ê de tên desterserkirin û berhevkirin de jî da zanîn ku belavkirin û firotina nêzî 80’ê pirtûkên weşanxaneya wan qedexe ye û dibêje, “Ev nêzî 40 salan e pirtûk ji refan tên derxistin û di bin axê de tên veşartin. Xwendevan bi xwe vê yekê dike. Çima? Çimkî ditirse ku bi mueyideyek cezayî re rû bir û bimîne.” Guldiken dest nîşan kir ku pirtûkên wan ên qedexekirî nakevin girtîgehan û her wiha hin girtîgeh jî destûrê nadin tu pirtûkên wan bigihin ber destê girtiyan. Li navçe û bajaran, polîs li 60 pirtûkfiroşên ku em bi wan re dixebitin, pirtûkên weşanxaneya me dester dikin. Heta dest datînin ser pirtûkên neqedexekirî jî.” 

Guldiken wekî din balê dikişîne ser pêşangehên pirtûkan û qebûlnekirina beşdarbûyîna weşanxaneyên Kurd jî û wiha dewam dike: “Nehiştin em beşdarî pêşngeha ku ji aliyê Şaredariya Kadikoyê hat lidarxistin bibin. Weke hincet jî qaşo me dereng miracaet kiriye. Weşanxaneyên din di wextê xwe de miracaet kir, lê dîsa jî nehatin qebûlkirin. Em nikarin beşdarî gelek pêşangehên herêmî bibin.” 

 

Pêşangehên şaredariya sempatîk bûn

Guldiken diyar dike ku bi tayînkirina qeyûman re şaredariyên ku berê pêşangehên pirtûkan li dar dixistin êdî li dar naxin û dibêje; “Di vî warî de tecrûbeyeke du salan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heye û ev yek li Wanê jî hat ceribandin. Dîmena ku derket holê erênî bû. Ji bo paşerojê bingehek çêbû. Bi ya min ev ceribandin li dijî TUYAP’ê pirr sempatîk bû û peywendiya ku bi xwendevanan re danî pir samîmî bû.” 

Guldiken li ser helwêsta qeyûman beramberî pirtûkan jî dibêje, “Şaredarî pirtûkxaneyên xwe çêdikin. Ji hemû weşanxaneyan pirtûkan dikirin. Gelek pirtûk ji weşanxaneya me jî hatine kirrîn. Lê belê hin qeyûman hin pirtûkên li pirtûkxaneyê teşhîr kirin û gotin, ‘Ev pirtûk behsa rêxistina terorî dike’. Hin pirtûkxaneyên ku hatin girtin jî hene.” 

Herî dawî Guldiken dest nîşan dike ku sazî û dezgehên cuda yên li bajêr dikarin hin tiştan bikin û wiha dewam dike: “Mînak, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê dikare planeke wek lidarxistina pêşangehekê bike, hêza wê heye. Em dikarin tevî dînamîkên herêmê van pêşangehan organîze bikin.”