Lêkolînekê da nîşan da ku kesê di hefteyek de ji 3 saet û nîv kêmtir pirtûkan dixwînin ji yên ku ji 3 saet û nîvan zêdetir dema ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin hindiktir dijîn. Yanî, yên ku demek zêdetir ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin temenek dirêjtir dijîn.

Şirketa OpenCulture li ser vê yekê lêkolîn kiriye û lêkolîn 4'ê vê mehê di rojnameya Independent de hatiye weşandin. 


Xwedî avantajên girîngtir in

Nûçe dibêje ku yên ku zêdetir demê ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin ji yên ku qet demê venaqetînin du salan zêdetir dijîn.

Rojnameyê gotinên ji Zanîngeha Yale hîndekar Becca R. Levy ên ku ji bo New York Timesê gotibûn jî wiha ragihandine: "Yên ku rojê herî hindik nîv saetê ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin ji yên ku qet demê venaqetînin ji aliyê jiyanê ve xwedî avantajên girîngtir in."

Nûçe dibêje, di rapora de sedema xwendinê û tesîra wê ya bi vî rengî dirêjtirkirina jiyanê nehatiye vegotin û ev agahî lê zêde kiriye: Di salên borî de hin lêkolîn hatin kirin, di van de hat dîtin ku xwendin ji aborî heta tenduristiya ruh di gelek waran de bandorê li jiyana mirovan dike.

Di vî warî de salên borî li ser girtiyan û li ser zarokan jî lêkolîn hatibûn kirin. Ferqa di navbera zarokên ku dikarin xwe bigihînin pirtûkan û yên ku nikarin xwe bigihînin pirtûkan de jî hatibû dîtin. 


 NEW YORK