
Li Rojavayê bi armanca bipêşvebirina rewşa çandî û wêjeyî bi pêşengiya kovara Sormeyê Koma Sormeyê ya Xwendinê hat avakirin. Endamên komê wê her meh li Qamişloyê li ser pirtûkeke nîqaş bikin.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi şîara “Xwendin Xemrevînî ye… Xwendin Pêwîstî ye” Koma Sormeyê ya Xwendinê hat avakirin. Nexasim par û îsal li bajar û heta navçeyên Bakurê Kurdistanê komên xwendinê bi navên cur bi cur hatibû sazkirin. Ev komên hanê di wêje û bazara Kurdî de dezgeh û qonaxeke nû bû ku wekî pêngaveke êrênî û alternatîf hatibûn dîtin. Niha ji koma xwendinê ji Bakurê Kurdistanê bihurî û derbasî Rojavayê Kurdistanê û bajarê vê ya Qamişlo bû. Kom li ser tora civakî da zanîn ku bi armanca xurtkirina çanda aktîv a xwendinê, bi pêşengiya Kovara Sormeyê çalakiyên Koma Sormeyê ya Xwendinê dide destpêkirin. Hêjayî gotinê ye ku Kovara Sormey kovareke çandî û hunerî ye û bi du zimanan ango Kurdî û Erebî li Qamişloyê derdiçe.
Kêşeya kêmxwendiniyê her dem li dar e
Koma Sormeyê ya Xwendinê da zanîn ku kêşeya kêmxwendiniyê her dem li dar e û her gav bûye mijara danûstandineke dûrûdirêj di nav rewşenbîr û xebatkarên di warê çandê de û wiha pê de çû: “Her çendî wan rewşenbîr û xebatkaran kêmxwendinî wekî kelema li ber bipêşveçûna rewşa çandî bi nav kiriye; ciyê mixabiniyê ye ku wan tu destpêşxerî û pêşniyarên cidî yên ji bo çareserkirina vê kêşeya giran berpêş nekiriye û tevgera çandî di rêya lebitandina reftara xwendinê re xurt nekiriye.”
Rê û rêbaza komê
Her wiha komê rê û rêbaza çalakiya xwendinê wiha bi rêz kir;
* Her mehê, pirtûk bêpere dê li beşdarên di komê de bêne belavkirin û gengeşeya der barê pirtûkê de dê di hefteya dawî ya her mehê de were kirin.
* Dê pêşniyarkirina pirtûkan li gor rêbaza duzimanîyê were meşandin; mehekê bi Kurdî û mehekê bi Erebî.
* Mijarên pirtûkan dê bi giranî wêjeyî û hizirî bin.
* Hejmara beşdarên koman dê ji 10 heta 12 kesan bin.
* Pêşekîya pêşnîyarkirin û bijartinê ji bo berhemên nivîskarên xwecihî ye.
* Çalakî dê nêzî saet û nîvekê be. Gengeşe jî dê der barê naveroka pirtûkê de û nêrînên der barê derhînerîya dîtbarî de bin.
* Her wiha hewl dê bê dan ku nivîskarê berhemê jî were vexwendin.
QAMIŞLO