Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku wek dêrgûşa wêjeya Kurdî ya bi nivîskî û devkî tê nasin, di hêla xwendin û nivîsandina Kurdî de qelsiyek mezin heye. Navçeya ku nivîskarên klasikên Kurdî yên weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran lê perwerdehî dîtin û dayîn û her wiha çirok û destanên Kurdewar bi dengbêjan veguhêzandîn nifşê nû niha di hêla xwendin û nivisandina Kurdî de bêdeng e. 
Bajarê ku bi nivîskarên nûjên yên Kurdî re herdem weke çavkaniyekê xwe nîşan daye û ji çirokên Celadet Elî Bedirxan û Memed Uzun re bûye mijar, niha di hêla pirtûk afirandin û xwandinê de tenahiyek kûr jiyan dike.


Saziyên Kurdî hene lê…

Li navçeyê saziya KURDÎ-DER di sala 2009’an, krêşa ku zarokên temenê wan di bin 6 saliyê de bi Kurdî perwerde dike di sala 2013’an de û Dibistana Seratayi ya Bêrivanê jî îsal cara yekemin 72 xwendekarên xwe perwerde dikirin hene. Li navçeyê her sal mîhrîcana Çand û Ziman tê lidarxistin û li vir gelek nîviskarên Kurdî dibin mêvan û panelên li ser danasîna wêjeya Kurdî li dar dixin. Lê saziyên sivîl yên demokratîk dan û standinên xwe zêdehî bi tirkî dikin û her wiha şaredariyê biryarên xwe yên fermî de Kurdî bi kar nayne. 


Bi Tirkî wêjeya xwe dişopînin

Ciwanê bi navê Îbrahîm Kayalp ê ku li zanîngehê xwendevan e balê dikişînê ser rewşa xwe û wiha dibêje: „Heta vî emrê xwe min qet pirtûkên Kurdî nexwandine. Tenê min Memed Uzun nas dikir. Ew jî bi nivîsên Tirkî. Min bawer nedikir ku Kurdî ji roman û helbestên xweş hene.“ 

Kayalp, diyar dike ku wî biryar standiye ku berê xwe bide wêjeya Kurdî û sedêmê vê biryarê wiha anî ziman: „Di fuara pirtûkan de min pirtûka Melayê Cizîrî dît û min vekir lê min nekarî ez bixwînim. Her çiqas min xwendibe jî min qet fam nekir. Piştî wê rojê min biryar da ku ez zimanê Kurdî hînbibim û lewma ez diçim KURDÎ-DER’ê.“



‘Wergera ji Kurdî dixwînin’

Li bajêr pirtûkxaneya ku pirtûkên Kurdî dihewinê berî çar salan bi navê Hawarê û şiyara „Xwendin mirov xweşik dike“ ji hêla komek hevalan ve bi awayek komûnal hatiye vekirin. Endamê komûna Hawarê Mîrza Ronî ji ber ku eleqeya li hemberî pirtûkên Kurdî kêm e bi gazinc e û wiha dibêje: „Kesên ku pirtûkan distinîn û dixwînin kêm in. Ciwan bêhtir pirtûkên tirkî distînin. Heke pirtûkek bi Kurdî merak kiribe jî wergera wê ya tirkî distîne. Di hêla nivîsandinê de hewildanên Kovara Hawarê hene.  Lê belê civak ji xwendin û nivîsandina bi Kurdî dûr e.“ 
Ronî, destnîşan kir ku divê nivîskarên Kurdî bala ciwanan bikşînin û li pirtûkxaneyê herî zêde pirtûkên helbestan tên standin. 


‘Bawernameya Kurdî pêwist e

Endamê TZP’ê Bahattin Yagarcik jî balkişand ser rewşa saziyên bajêr û got ku ji bo xwendin û nivîsandina Kurdî pêşbikeve divê saziyên sivîl hemû dan û standinên xwe bi Kurdî bikin. Yagarcik, bilêv dike ku sazî divê daxûyaniyên xwe bi Kurdî bidin û di nava xebatên xwe de Kurdî tevbigerin û axiftina xwe wiha berdewam kir: „Siyaseta Kurdan divê qedir bide zimanê Kurdî. Mînak divê şaredarî kesên hildide kar şertê standina bawernameya Kurdî derxê pêşiya wan. Her wiha şaredar, parlementer an jî serokên navçe û rêvebir divê ewil ji Kurdi-Der’ê bawernameya xwe bitsînin.“  


 DÎHA/ŞIRNEX