BOTAN GERMİYANÎ ROJNEWS/GERMIYAN Digel ku ew 2 meh in dibistan vebûne, pirsgirêka xwendina Kurdî li Xurmatû nehatiye çareserkirin. Pirsgirêka herî mezin jî kêmaniya mamosteya ne. Li navçeya Xurmatu ya bi ser parêzgeha Selahedînê beşê xwendina Kurdî heye, ev beş bi ser rêveberiya perwerdeya Kerkukê ye. Her wiha ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêmê ve tê rêve birin. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an gelek pirsgirêk ji bo xwendina Kurdî çêbûne. Piştî 16’ê Cotmehê zêdetir bûn Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku mamostayên beşa Kurdî venegeriyane Xurmatû, li şûna van mamostayan jî ti mamostayên din nehatine wezîfedar kirin.6 sal berê jî pirsgirêka mamostayên Kurdî yên pispor hebûn. Lê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê pirsgirêk hê zêdetir bûne. Wek mînak, 7 dibistanên Amadeyî û seretayî, 4 hezar û 600 xwendekar têde dixwînin. Lê di van dibistanan de tenê 5 mamostayên Fizîk û Kîmyayê hene. Beriya bûyerên 16’ê Cotmehê 600 mamostayên beşa Kurdî hebûn, lê niha 144 mamosta hene. Ji van jî 100 mamoste Ereb û Tirkmen in. Ev mamoste Kurdî nizanin, ev jî bûye pirsgirêkek mezin. 30 mamosta jî destûr wergirtin û ti mamostayên din jî li şûna wan nehatin erkdar kirin. Nedayîna mûçeyê di demê xwe de jî pirsgirêkek din a mamostayan e. Di dema borî de mûçeyê mamostayên 7 dibistanên Xurmatû hatibû dizîn û heya niha ev pirsgirêk nehatiye çareser kirin. Peywendiya xwe bi rewşa siyasî ve heye Berdevkê Wezareta Perwerdeyê Saman Sîweylî jî li ser heman mijarê re axivî û got: “Pirsgirêka kêm mamostatiyê li hemû rêveberiyên perwerdeyê heye. Ev pirsgirêk ne tenê li Xurmatû heye, wezaret li hemû herêman temaşe dike. Tenê bi aliyek ve eleqeder nabe.” Li gorî Saman pirsgirêka mamostayan peywendiya xwe bi rewşa siyasî ve heye. Saman got ku niha ti mamosta li wê herêmê nayên zêde kirin û ew jî carek din dev ji navçeyê bernadin.