Dîrok dema li heman cih û bi heman bûyeran dûbare bibe dibe karesat, lê dema bi bihayên nû mirovahî û li ciheke din a erdnîgarîya me dûbare bibe, dibe şoreş û mirovahî ji qonaxekê tînê pêvajoyeke nû.
Em pir kûr û dûr neçin di dîroka me ya nêz de faşîzima Hitler û encamên ku hîn jî tê mirovahî êşa wê dikşînê.
Lê binketina Faşîzima Hitler ji bo hemû mirovahiyê qonaxeke nû da destpêkirin, binketin jî di serî de deyndarê qehremanên bênav ên Stalîngrad û pir bûyerên mîna wê ye.
Ev destkefta Dîrokî diviyabû di alî teorîyan de rê li ber qonaxeke nû vekiriba ku zanyar û teorîsyenên di xwendingeha Frankfurtê de xwe îfade kirin, ev qoanaxa dîrokî a piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û qonaxa sêyemîn a avabûna xwendingeha Frankûrtê û şoreşa 68´an di dîroka mirovahiyê de gavên dîrokî û ji bo cihanê pêvajoyeke nû bû. Ji ber ku şopdarên şoreşa Ronesansê didîtin ku nirxên wan dikevin bin pêyan ji wê jî şoreşa ciwan, xwedevan û tevgerên alternatîf serê xwe rakirin û li nirxên xwe xwedî derketin, wê gavê di alî teorîyê de jî zemîneke baş avakir bû.
Van gavan ji bo Rojhilata Navîn mîna ku li tenekeya vala werê xistin, ji ber ku Rojhilata Navîn hawcedarî bi tevgerên xwecihî û xweser hebû ji bo bersivê.
Serê xwendevanan neêşînim, em niha di qonaxêkê de ne ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Berxwedana Kobanê li hemberî faşîzima pirr alî a DAÎŞ´ê û Dagîrkerên Kurdistanê bi heman rolê radibe. Nirxên mirovahiyê yên li Kobanê û Rojava hatine bi destxistin têra bi sedan şoreşên li Rojava dike bi tenê yên xwedî wîjdan karibin li ser biponijin u xwedî derkevin.
Di demêkê de ku di bin şert û mercên zehmet û mûcîzewarî de gel li ber xwe dide, di bin ambargoya pirr alî de berxwdanê dike, şervanên YPG/YPJ dastanên qehremaniyê tomar dikin, di nava şertên zehmet ên Kantonên Rojava de qanûnên wekheviyê tên derxistin, divê mirov hinekî raweste û têr bifikire. Li cîhanê rexmê sedan teorîyên zanistî lê çima modêleke wiha avanebûye.
Lê li erdnîgarîyeke ku ti kesî ji bilî qaheraman û xwedîyên vê axê bawer nedikir Kobanê bibe metaforeke ew qasî balkêş niha bûye cihekî ku navê xwendingeha şoreşa radîkal heq kirîye.  Di vê xwedingehê de memoste û şagird weke hev in, jêr û jor nîne, kursî û paye nîne, siberoj li ser nirxên kolêktîf tên avakirin. Di vê xwedingehê de ol naye redkirin, lê ol ji destê desthilatadaran û zordaran tên derxistin û mirov wê nebin qurban lê her tişt di xizmeta mirovî de be.
Di vê xwedingeha şoreşa radîkal de jin wê ´xwe´ be û nabe kesên din, bi xwebûna xwe jî xwe û civakê ava dike.
Nirxên teorî û piratîkî yên 40 salan li Kurdistanê li dora felsefeya Modênîteya Demokratîk û Şoreşa Civakî hatine avakirin û li Kobanê di qonaxa zîrve de ye xwendingeha herî hêja ye, rewşenbîr, akademîsyen, mamosteyên zanîngehan bi qasî ku li ser Xwendingeha Frankfurtê diponijin, bila zêdetir jî li ser xwendingeha Şoreşa Radîkal a Kobanê biponijin.