Xwepêşandanên li Iraqê ku ketine meha çaran ji nû ve dijwar bûn. Ji ber gulereşandina hêzên ewlekariyê herî kêm 2 xwepêşandêr hatin kutştin.
Xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê ku li paytext Bexdayê û bajarên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriye û Vasîtê dest pê kirin dewam dikin. Piştî ku pêr xwepêşandêran ji bo avakirina hikumetê heta Duşemê dem ji rêveberiyê re nas kir, xwepêşandan êvarê dijwar bûn.
Dema ku em ev nûçe amade dikir, li Iraqê jî ji bo destnîşankirina serokwezîrekî nû civînê li Bexdayê dewam dikir.
Lîderê Tevgera Sadr Mûqteda Sadr bi dijwarbûna xwepêşandanan daxuyaniyek da û bang kir ku serokwezîrê nû tavilê bê hilbijartin.
ANF/BEXDA