Yildirim got, perwedehiya zimanê dayikê di "Rêveberiya cewherî" de têgehek berfireh e. Yildirim diyar kir ku perwedehiya bi zimanê dayikê di 'Rêveberiya cewherî' de pêwîst e herî pêş be û nabe mirov jêgere. 


'Divê her kes rêveberiya cewherî bi zimanê xwe bi pêş bixe'

Yildirim got, bi zimanekî din meşandina 'Rêveberiya cewherî' ji bo gelan kêmasiya herî mezin e û wiha dewam kir: "Gelê kurd îro 'Rêveberiya cewherî' îlan dike. Heger bibêjin 'gelê kurd rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir lê ne bi zimanê xwe bi zimanekî din dimeşînin' ev ji me re kêmasiyekê mezin e. Divê seferberiya ziman a berfireh ku hemû civak û hemû mekanên civakî eleqadar dike, bê destpêkirin. Divê her kes rêveberiya xwe ya cewherî bi zimanê xwe pêk bîne."


'Dive termînalojiya zimanê kurdî pêk were'

Yildirim li ser termînalojiya zimanê kurdî sekinî û axaftina xwe wiha domand: "Divê têkildarî hemû lingên 'Rêveberiya cewherî' yek bi yek ji termînolojiya zimanê kurdî pêk were û pirtûkên termînalojiya lingên wê bên amadekirin. Bi vî awayî em dikarin 'Rêveberiya cewherî' bi perwerdehiya zimanê dayikê re têkûz bikin. Li ser vê yekê heger ku siyaseta Kurd di meclîsê de temsilîyeta xwe bidomîne û pêşiya vê neyê birîn, ew dikarin komîsyona zimanê dayikê ava bike."

Yildirim da zanîn ku xebatên HDP'ê têkildarî avakirina komîsyona Perwerdehiya Zimanê Dayikê de didome û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Komîsyona ku dê were avakirin, sereke bi KURDÎ-DER û enstûtiyên zimanê siyaseta Kurd û zimanê Kurd bikin yek. Bila ne siyaseta Kurd bê ziman bimîne, ne jî zimanê Kurdî bêyî siyaseta Kurd bimeşe. Bila bibin yek û bi HDP'ê re jî bibin yek."