Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku mafê diyarkirina çarenûsê di biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Mafên Civakî ya Neteweyên Yekbûyî de cih digire, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî diyar kir ku xwerêveberî mafê herî xwezayî yê mirovan e.


Saziyên civaka sivîl destek da "Deklerasyona derbarê çareseriya siyasî ya rêveberiyên xwecihî de" ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) Metîn Bakkalci û Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovna (ÎHD) Ozturk Turkdogan piştgirî dan deklerasyonê û diyar kirin ku xwerêveberî mafê xwezayî yê mirovan e. 


'Her gel xwedî mafê xwerêvebirinê ye'

Turkdogan xweseriya demokratîk di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsê de nirxand û wiha peyivî: "Mafê diyarkirina siberoja xwe ya gelan ji aliyê Peymanên Cewî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin û Tirkiyeyê jî ev yek erê kiriye. Li ser kaxizê be jî Tirkiyeyê ev maf qebûl kiriye." Turkdogan bi bîr xist ku Tirkiyeyê şertê rêveberiyên herêmî yê NY'ê sala 2003'yan îmze kiriye û ligel ku 12 sal di ser re derbas bûne jî ji bo vê yekê gavek jî neavêtiye û wiha dewam kir: "Mafê diyarkirina çarenûsê ya gelan di biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Mafên Civakî ya Neteweyên Yekbûyî de cih digire û bi berfirehî hatiye îzahkirin."


'Xwerêveberî mafê kurdan'

Turkdogan got ku xwerêveberî pirsgirêkeke mafê mirovan e û ev agahî dan: "Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê di xeta netewe dewlet a klasîk de israr dike naxwaze heta bi vir were. Lê belê, ev maf diviya ji bo Kurdan bi cih bê. Divê biryara ku KCD'ê ya ji bo xwerêveberiyê wergirtiye di vê çarçoveyê de bê nirxandin û ev mafê kurdan e." 


'Xwerêveberî mafê xwezayî yê mirovan e'

Sekreterê Giştî yê THÎV'ê Metîn Bakkalci jî got, xwerêveberî, xweîfadekirina gelan e, mafê herî xwezayî yê mirovan e. bakkalci destnîşan kir ku divê xwerêveberî were pêkanîn û li hemberî nêzîkatiyên hikûmetê nerazîbûn nîşan da. Bakkalci wiha axivî: "Ji diyarkirina mafên jiyanê ya gelan tiştekî xweyazîtir tuneye. Çewisandina vî mafê herî xwezayî rê vedike li ber êşên mezin. Li ser van nîqaş nayê qebûlkirin. Divê ev maf ji aliyê îqtîdara siyasî ve bê misogerkirin." 


 DÎHA/ENQERE