Bi rasthatina 10’ê kanûnê Roja Cîhanê ya mafên mirovan Serokê Desteya Mafên Mirovan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê  Senherîb Bersûm derbarê rewşa mafên mirovan li Sûriyê, Rojava û xebatên dane meşandin de, her wiha çawaniya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bersiv da pirsên ANHA’yê.

Li Sûriyê rewşa mafên mirovan çawa ye?

Di serî de hûn bi xêr hatin. ANHA’yê kedek mezin ji bo şopandina pirsgirêkên civakê û welatiyan a di kantona me de daye, ez spasiya keda we dikim. Di 10’ê kanûna 1948’an de baştrîn belge di warê mafê mirovan de hate imzekirin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) wekî roja mafê mirovan a cîhanê hate naskirin. Mafê mirovan bi berfirehe û gelek aliyên xwe hene. Ji xwe rewşa insanên Sûriyê li ber çavaye. Li Sûriyê 300 hezar kurd bê nasname djiîn. Ev di encama hejmartina sala 1962’an de nasnameya wan ji wan hate stendin. Di heman demê de bi dehan malên Sûriyanî jî ji nasnameya Sûriyê bê parbûn. Li Sûriyê insan ji mafê xwe yê herî bingehîn hemwelatîbûnê bê par bûn. Di pêngava şoreşê de jî pir komkujî pêk hatin. Zêdeyî 300 hezar kes ji aliyê rêjîmê û hêzên opozisyonê ve hatin kuştin. Me di encama hevpeymana civakî ya herêma xweser a Cizîrê qanûna hejmartina sala 1962’an betal kir û me biryar da ku mafê hemû welatiyan wekî hev be. Li aliyê din ez dikarim bibêjim ku rêveberiya xweseriya demokratîk şoreşa rastî ya di warê mafê mirovan de ye. Di nava hevpeymana civakî de 20 xal girêdayî mafê mirovan û azadiyê de. Bi rêveberiyê re jinan jî gaveke mezin avêt û mafê xwe wekî mêran standin.

Xebat û çalakiyên desteya we çine?

Destpêka xebatên xwe me rewşa dadgehên gel, girtîgeh û girtiyan xistin pêşiya hemû xebatan. Me bi awayekî sîstematîk girtîgeh û dadgehên gel ziyaret kirin. Me lêpirsînan şopandin, me dema sewqkirina girtiyan ji dadgehê re û têkiliya bi girtiyan re şopand. Hin têbîniyên me hebûn me pêwendîdar agahdar kirin, Bi rastî me dît ku şopandina me bi encam bû û rewş baş kir. Li aliyê din jî me binpêkirinên mafê ku ji aliyê komên çete ku êrîşî herêma xweser dihatin kirin şopandin û me ew belge kirin. Me êrîşên li dijî hemû gund û bajarên herêma Cizîrê hatin kirin belge kirine. Bingeha me ya yekem hevpeymana civakî ku hemû pêkhateyên herêmê erêkirine. Di hevpeymanê de 20 xalên cuhda cuda hene. Di van xalan de parastina mafê mirovan hene. Di heman demê de madeyek di hevpeymana civakî de heye dibêje ku hemû zagon û mîsaqên navnetewî yên ji bo mafê mirovan beşek sereke û berdewama hevpeymana civakî ne. Di van çarçoveyan de têkiliya me bi hemû desteyên din ên rêveberiyê de hene.

Xebatên we bandorek çawa li mafên mirovan kir?

Tevlî rewşa baş a mafê mirovan li herêmê, em bi temamî ji rewşa mafê mirovan ne razîne. Pêwîstiya civaka me bi naskirina çanda mafê mirovan bi awayekî baş heye. Bi salan rêjîmeke tundrew desthildar bû. Tevlî vê yekê jî rêveberiya xweseriya demokratîk gavên mezin di warê mafê mirovan de avêtine. Gavên hatine avêtin bala raya giştî ya cîhanê jî kişandiye ser xwe û di encamê de gelek şandeyên cîhanî serdana herêmê kirine û rastiya rewşa mafê mirovan li Rojava şopandine. Şandeyan jî dîtin û tekez kirin ku sîstema Rojava sîstema herî demokratîk a ber bi mafê mirovan ve ya Rojhilata Navîn e. Bê guman têkilî û hevdîtinên me bi rêxistinên sivîl û serbixe yên herêmî û navnetewî re hene. Têkiliya me bi deste û rêxistinên ku serdana herêmê dikin re jî hene.

Hûn rapora Rice Human Rights Watch çawa dinirxînin?

Rice Human Rights Watch serdana Rojava kir, me 2 caran bi wan re hevdîtin kirin. Rêxistinê raporek li ser rewşa mafê mirovan derxistin. Me gelek saziyên din jî dîtin, lê mixabin hevdîtinên me kirine heta niha tu guhertin bi xwe re nanîn. Di raporê de hin xalên ku me di ber çavan re derbas kirin hebûn. Xalên me besa wan kirin girêdayî desteyên Parastinê û Hundirîn bûn. Me karîbû xalên neyînî yên di raporê de ji holê rabikin û kêmasiyên heyî sererast bikin. Her wiha Desteya Parastinê bi rêxistina Banga Cinêv re hevpeymanek imze kir. Di heman demê de hin xalên ne rast û bê belge di raporê de hebûn. Xalên me behsa wan kir, li ser esasê axaftinên hin kesan hatibûn destnîşankirin. Em ji bo vê yekê bi rêxistinê re ketin nava têkiliyê.

Di navbera Rojava û Sûriyê de guhertinek çawa heye?

Ne mumkine em rewşa herdû cihan bînin ber hev. Di hemû Sûriyê de sivîl rastî binpêkirinên mafê mirovan hatin. Sed hezaran kes hatin kuştin, girtin û gelek jî winda ne. Bi milyonan kes ji ber rewşa Sûriyê koçber bûn. Em hêvî dikin ev yek çareser bibin. Lê li herêma Cizîrê ev tişt nînin, rastî ev yek jî bi keda YPG/YPJ/Meclîsa Leşkerî ya Sûriyaniyan û hêzên ereb ên heyî pêk hatiye. Berxwedana van hêzan rê li ber binpêkirinên mafê mirovan girtin. Vê yekê bandoreke erênî li jiyana hemû pêkhateyên herêmê kiriye. Li vir jî binpêkirin ji aliyê komên çete pêk hatine lê cardin jî ne mumkine em bi rewşa Sûriyê re bînin ber hev. Me wekî rêveberiya xweseriya demokratîk êrîşên DAIŞ‘ê bersivandin û niha jî hîn berxwedana li Kobanê û Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê berdewam in. Berxwedana Rojava bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe. Her dem piorojeyên me yên dewrî hene. Emê di hemû deman de dadgehên gel bişopînin û emê di runiştinên dadgehê de amedebin. Emê kar û xebatên desteyan û hêzên asayîşê bişopînin. 

ANHA/QAMIŞLO