Ehmed bi lêv kir ku ew pergala xwesariya demokratîk ji şert û mercan zêdetir, ji ber ku bersivê dide pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêk tînin û li cîhanê hemû pergalên ku hatine avakirin li ser esasê mekanîzmaya dewletê hatine avakirin, ev sîstem jî ji bo civak û gelan azadî û demokrasiyê naynin. Ehmed got ku ew hewl didin pirsgirêkan ji binî ve çareser bikin û sîtema ku herî zêde mirovan dike xwedî îrade û azad dike bipêş dixin.
Ehmed têkildarî dezgehên qanûnçêkirin, rêveberin û darazê jî diyar kir ku ev sê dezgeh ji hev cuda ne, xweser in.
vala dike. Ehmed got ku piştre jî komîteyên sulhê ava kirine û ev agahî da: “Girêdayî her komunê komîte hene. Di pergala vê derê de gel heye. Ew rasterast dibin mudaxil. Tene kesek nikare hikmê bide. Dê civak biryarê bide. Di navbera dezgehên qanûnçêkirin, rêveberin û darazê de meclisek heye. Di wê meclisê de tên cem hev û xebatan dimeşînin.”
Yekîtî girîng e
Ehmed têkildarî aboriyê jî got ku pergaleke ku li ser esasê komunalîzmê ye pêk tînin, girêdayî komunan jî bi kooperatîfan kar dimeşe, wateya komunê jî pergala civakî ye. Ehmed got ku wan bi feraseta “Kesek ji bo hemû kesan, hemû kes ji bo kesekî” pergala xwe hûnandine û di navbera civak û şexsan de ahengeke wisa pêk hatiye. Ehmet wiha got: “Cewhera pergalê hevguhdarkirin û rêzdarî ye, li ser esasê dildariyê ye. Komun dihêle ku civak xwe bi rê ve bibe, têra xwe bike. Tu pirsgirêk naçe jor. Hemû li jêr tên çareserkirin. Hem di warê kedê de hem jî de warê pêdiviyan de jî bi hev re tevdigerin. Di vî pergalê de keda hemû kesan heye.”
Hemû kes xweser in
Ehmed destnîşan kir ku kantonên Cizîr û Kobanê di warê cografyayê de gihîştine hev lê di warê rêveberiyê de dê neguherin Ehmed da zanîn ku di vî pergalê de hemû kes bi dewlemendî û taybetiya xwe ve xweser in armanca wan jî ev giştîkirina vê pergalê ye. Ehmed diyar kir ku xweseriya demokratîk ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û yên ku qebûl nakin jî ji ber berjewandiyên xwe yên siyasî qebûl nakin. Ehmed wiha got: “Tenê pergaleke ji aliyê Kurdan ve hatiye qebûlkirin nîne. Hemû gelên Rojava ev yek qabûl kirin. Niha li herêmên din ên Rojava jî ev pergala kontonê tê nîqaşkirin. Dibêjin ‘heke derfet hebe em ê bi kantona Efrînê ve bên girêdan’ Ev jî nîşan dide ku ev model pêş ketiye.
DIHA/EFRÎN