Endama Desteya Serbestberdana Girtiyan Sefaî Mûsa û endamê Meclîsa Rêveber a desteyê Ebdurezaq Rezûq derbarê serdana xwe ya kantona Efrînê de ji Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) re axivîn.

Sefaî Mûsa kêfxweşiya xwe ji sîstema ku li Efrînê pêk hatiye anî ziman û got: “Asta rêxistinbûyînê li kantona Efrînê pir pêşketiye, bi taybetî min rola jinên Kurd li Efrînê min pir ecibandiye. Jinên Kurd di civaka Efrînê de bi hêz û taybetmendiya xwe îspat kiriye. Ev sîstema ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê tên meşandin ji bo tevahî Sûriyeyê gelekî guncaw e.”

Mûsa bal kişand ser tevlîbûna jinan di nav hemû warên civakê de û got: “Bi rastî jin li vir cihê xwe li her deverê di civakê de girtiye. Ev jî pêngaveke pir mezin e. Jinan karibûn ku cihê xwe li her derê bigirin di civakê de dengê xwe gihandiye her derê.”

Mûsa bal kişand ser rewşa jinên Sûriyeyê yên li herêmên din jî û tekez kir ku mafê jinan li wan deveran hê jî tê xwarin. Lewra di axaftina xwe de xwest ku sîstema Xweseriya Demokratîk li tevahî Sûriyeyê pêk were û hemû jinên Sûriyeyê weke jinên Kurd bijîn û di civakê de cihê xwe bigrin.


´Bila di asta jor de hevdîtin pêk werin´

Li aliyê din Endamê Meclîsa Rêveber a Desteya Serbestberdana Girtiyan Ebdurezaq Rezûq bi vê sîstemê û kar û barên desteyên Meclîsa Rêveber ên Xwesriya Demokratîk a Kantona Efrînê gelekî bi bandor bû û diyar kir ku desteyê herî zêde bala wî kişandiye Desteya Malbatên Şehîdan e.

Rezûq di axaftina xwe de banga xurtkirina têkiliyên bi herêmên din re kir û hevdîtinin di asta herî jor de bên çêkirin. Her wiha bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir û got: “Bila hemû pêkhate bi hev re Sûriyeke demokratîk ava bikin.” 


 ANHA / EFRÎN