Li Konseya Ewrûpayê bi beşdariya Serokê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkarim Omar, Nûnerê Federasyona Bakurê Sûriyê yê Franseyê Xalid Îsa û ji nûnerên HDP´ê yê Ewrûpa Faîk Yagızay civîna çapemeniyê ya li ser mijara serdema Piştî DAIŞ´ê hat lidarxistin. Gelek parlamenterên MPKE´yê û endamên saziyên çapemeniyê amade bûn. 

Faik Yagizay moderatoriya civînê kir,  Abdulkarim Omar got, "Gelên li Bakurê Sûriyê bi awayekî hevpar, xweseriya xwe ya demokratîk ragihand. bi xêra vê rêxistinê me xweparastina xwe ava kir û êrîşa DAIŞ´ê şikand. Em îro DAIŞ´ê di warê eskerî de teng dikin, wê nahêlin. Lê belê DAIŞ ne tenê hêzeke eskerî ye, ew zêhniyetek e jî. Divê em wê di mejî û zîhnan de tine bikin. Îro armanca sereke ya Xweseriya Demokratîk ev e. Em sîstema xwe ya demokratîk bi pêş dixin. Ne tenê ji bo Bakurê Sûriyê û Sûriyê, em vê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê dikin." 

Xalid Îsa jî got, “bi ya min sedema pirsgirêkên îro li Rojhilata Navîn hene, sîstemîk in. Em vê eşkere dibînin ku li deverên Xweseriya Demokratîk hatiye ragihandin, avakirina jiyana hevpar bê pirsgirêk mumkin e." 


NAVENDA NÛÇEYAN