Di salvegera 4. a qirrkirina li dijî Êzîdiyên Şengalê de li Çiyayê Şengalê, şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji bo şehîdên fermanê, merasîmeke eskerî ya bi heybet li dar xist. Li gel hêzên YBŞ û YJŞ’ê, hinek fermandarên hêzên Iraqê jî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de bang li Iraqê û koalîsyona navneteweyî jî hate kirin ku daxwaza Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bipejirîne û fermana li Şengalê pêk hatiye weke qirkirin, qebûl bike.
Şervanên YBŞ û YJŞ’ê, hinek rayedarên ji artêşa Iraqê û gelek kes beşdarî merasîmê bûn û peyama Navenda Parastina Gel jî hat xwendin.
Şehîd hatin bibîranîn
Piştî rêzgirtinê ji bo şehîdên fermanê, fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Şengalî axivî û got, “Îro 4. salvegera fermana Şengalê ye. Di serî de hemû mirovên me yên di fermanê de jiyana xwe ji dest dayî, bi bîr tînin, hemû rêhevalên me yên ji bo parastina van mirovan canê xwe feda kirî, bi minet bi bîr tînin. Di vê roja reş de cihan hemû li hemberî fermanê kor, kerr û lal ma.”
Silav li gerîlayên HPG, YJA Starê
Axîn Şengalî îşaret bi canfedayiya şervan û gerîlayan ya ji bo parastina gelê Şengalê jî kir û wiha axivî, “Dema mirovahî û wijdan li vir li ber têkçûnê bû, kesî gavek neavêt. Lê hêzên HPG-YJA Star, YPG û YPJ´ê, bi dayîna berdêlên giran, wijdana mirovahiyê rizgar kirin. Vê rastiyê em tev dibînin û yek bi yek jî şahidin.”
Fermandara YJŞ’ê vekişîna gerîlayên PKK’ê ji Şengalê jî bi bîr xist û got, “Wan li vir şehîd û gel emanetî me kirin. Em ê jî weke hêzên YBŞ û YJŞ’ê hem gelê xwe biparêzin hem jî dilsozê bîranîna şehîdan bimînin. Yên li ser van axên pîroz şer kirine ne tenê yên me ne parêzvanên hemû mirovahiyê ne. Divê Iraq jî şehîdên me qebûl bike.”
Qirrkirinê û Xweseriyê qebûl bikin
Fermandar Axîn Şengalî bang li hêzên koalîsyona navneteweyî û Iraqê kir ku qirrkirina li dijî Êzîdiyan qebûl bikin û wiha pê de çû, “Hê jî li çiyayan cenazeyên me hene, di destê çeteyên hov de dîlên me he. Lewma, em dixwazin weke qirrkirin were qebûlkirin. Em ê jî weke hêzên YBŞ û YJŞ’ê ji bo careke din hovîtiyeke bi vî rengî rûnede li dijî her cûre êrişê rawestin, bersiva tê xwestin, bidin. Em ê tola êşa dayîkan, qêrînên zarokan û jinên di destê DAIŞ’ê de hilînin. Weke dawî jî careke din bang li hêzên koalîsyonê û Iraqê dikin, heger durist in, daxwaza Şengalê ya Xweseriya Demokratîk qebûl bikin.”
ROJNEWS/ŞENGAL
Şehîdên Şengalê yên Kurdistanê ne

Doh, di merasîma eskerî ya bi rasthatina salvegera 4´an a fermana 74´an de, peyama Navenda Parastina Gel (NPG) hate xwendin. Di peyama bi navê Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG´ê, Mûrat Karayilan de, hat gotin, “Şehîdên Şengalê şehîdên azadiya Kurdistanê ne. Em qirrkirina 3’yê Tebaxê şermezar dikin.
Ji bo careke din fermaneke wisa neqewimin, divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Li gel 3’yê Tebaxê ji bo me roja reş e jî lê di heman demê de roja berxwedanê ye jî. YBŞ di dema herî germ a şer de hate avakirin, ev avabûn pîroz e.
Heger berxwedan pêk nehatiba, Wê çeteyên DAIŞ’ê ew mirovên me yên xwe spartibûn çiyayan, tev qetil kiribana. Heta roja berxwedana li Şengalê, ti hêzekê li dijî DAIŞ’ê serketê li ber xwe dayî, nebû. Lewma berxwedana Şengalê di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke pêşeng lîst.
Em kêfxweşin ku hûn weke YBŞ û YJŞ gihîştine wê astê ku gelê me biparêzin.”