Sazkirina meclisa rêveberiyê li Şingalê dengekî mezin di nava raya giştî ya kurd de veda. Gelê Şingalê damezrandina vê meclisê wek gavek dîrokî dît û wek destkeftiyek berxwedana Êzîdiyan li dijî hêza tarî DAIŞ´ê nirxand. Lê ev gav ji aliyê hin hêzên Kurdistanî ve berovajî rastiya xwe hate şîrovekirin. Li şûna ku were silavkirin, hate şermezarkirin!. Bi taybet PDK li dijî vê meclisê dest bi kampanya reşkirinê kir. Li ser asta Iraq û Başûrê Kurdistanê hewl da projeya xweseriya Şingalê asteng bike û rê li ber hemû hewledanên peydabûna îradeyeke azad ya gelê Şingalê bigre. Bi gotineke din, forma berê ya ne-rêveberiyê ya ku beriya 3´yê Tebaxa 2014 an derbasdar bû, li cih bihêle.
Çima PDK li dijî xweseriya Şingalê ye gelo?
Divê were gotin ku Şingal ya ku li gorî madeya 140 bi ser Mûsilê ve bû, bi qasî 80% dengê xwe dida PDK. Bi gotineke din, PDK di dema hilbijartinên wilayeta Mûsilê an Perlemana Iraqê de bi qasî 180-200 hezar dengan ji vê heremê werdigirtin.
Eger mirov wek rêje hesab bike, dengê Şingaliyan dibe 20% ji tevahiya dengê ku PDK li Kurdistan û Iraqê bidest dixsit e. Ji ber hindê PDK dixwaze heman forma berê biparêze û mîna ku di salên derbasbûyî de pêkdihat, ew bi riya pertîlkirina çend axa, serokeşîr û kesayet dengê Şingaliyan ji xwe re bibe û rê li ber xweserî û peydabûna iradeyek azad ya vê heremê bigre. PDK dixwaze ku rewş mîna berê bimîne û qederê şingal û Êzîdiyan bi riya çend kesan bi xwe ve girêbide û wan bêparastin û rêveberî bihêle.
Tiştê balkêş ew e ku PDK yekser û piştî damezrandina Meclisa Şingalê ya demî doza civînekê li Meclisa Parêzgeha Mûsulê ya ku ev çend meh ji holê rabûye, kir û bi riya wê daxuyaniyek li dijî Meclisa Şingalê derxist. Li kampên penaberên şingalî xwepêşandan lidarxist û bi riya medya xwe êrîşek berfireh li dijî vê meclisê destpêkir. Mesele ne ew e ku „aliyekî bi serê xwe ev meclis avakiriye“ wek medya PDK dibêje, lê ew e ku sazkirina meclis û xweserî bi xwe ji aliyê PDK ve nayê qebûlkirin.
Ew Şingalê wek berê bê satatû dixwaze û tenê mîna potensyala dengan lê dinêre. Ji bo ku statûiya berê biparêze serî li hikûmeta Iraqê dide û xwe bi wê li dijî iradeya gelê Şingalê xurt dike!.
Wekî din, weha PDK weha diyar dike ku çend roj mane ew ilana kurdistanek serbixwe bike, lê „PKK bi riya damezrandina Kantona Şingalê“ rê li ber vê „serxwebûnê“ digre!. Ev jî berovajîkirina rastiyan û firotinan hêviyên sexte ye. Xweseriya Şingalê ji bo serxwebûna başûr nabe asteng. Lê berovajî vê yekê, mayina Şingalê bêparastin û irade tê wateya qeliskirina başûr. Her weha gelê Şingalê yê penaber bêparastin û statû venagere herema xwe. Şingalî mîna berê bi çend soz û hêviyan nema dixapin. Xweseriya Şingalê jî nayê wê wateyê ku ew ne beşek ji axa başûr e û nayê wateya ku dê PDK nikaribe xwe li wir birêxsitin û temsîl bike û beşdarî nava vê forma rêveberiyê bibe. Berovajî vê yekê, ev meclis dê bibe forma yekîtiya hemû hêzan û bi riya wê dê Êzdî vegerin welatê xwe û bi tena serê xwe biparêzin û bi rêve bibin.
Şerê ragihandinê û kampaniya reşkirin û sorkirina gelê Şingalê li dijî hev, zerarek mezin dide doza Kurdistanê. Divê yekser rê li ber vê yekê were girtin. Ev meclis dikare bête berfirehkirin û serrastkirin û her alî beşdar bibe. Lê divê were zanîn ku dê rewş mîna beriya 3 Tebaxê venegere. Divê PDK xwe bi Iraqê li dijî xweseriya Şingalê xurt neke û di heman demê de şingaliyan bi tewana „astengkirina serxwebûna Kurdistanê“ tewanbar neke!.
Xweseriya Şingalê dê başûrê Kurdistanê xurt bike û ew tê wateya misogirkirina vegera bi sedhezar Êzîdî û peydabûna heremek yekgirtî ku karibe li dijî DAIŞ di berxwe bide. Berovajî vê yekê, tê wateya bêparastin û nebaweriyê.