Li Akademiya Şehîd Sadiq a perwerdeya eskerî ya YPG`ê, li Helebê bi boneya 19`ê Tîrmehê dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîdên Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de malbatên şehîdan, fermandarên YPG/YPJ û birîndarên şer amade bûn.

Dewreya perwerdeyê ku 50 rojan dewam kir, 40 ciwanên ji pêkhateya Kurd û Ereb beşdarî bûn. Di perwerdeyê de şervanan dersên bîrdozî û eskerî standin.

Merasîma bidawîbûna perwerdeyê, bi merasîmeke eskerî dest pê kir, piştre şervanan sonda parastina herêmê xwar.

Paşê, Koma Şehîd Barîn û Şehîd Gulbuhar stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Nûda jî dîlanên folklorîk pêşkêş kirin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

HELEB