Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Selahadîn Mihemed Bahedîn ji bo lihevanîna partiyên Îslamî ên wekî Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê li gel rayederên partiyan gellek car hevdîtin pêk anîn. 

Ehmed Wertê li ser wan hevdîtinên ku pêk hatine agahî da û wiha peyivî: “Heya niha ti encam ji hewldanên ji bo yekgirtina partiyên Îslamî derneketiye û tenê çend nêrînên hev girtine. Ji bo bigihîn encamekê hewldanek heye û Serokê giştî yê  Komeleya Îslamiya Kurdistanê jê re pêşengtiyê dike. Heya niha diyar nîne wê proje çawa bi dawî bibe. Ka wê bi serkeve yan jî ne. Eger dilsozî nebe pêk anîn zehmet e.”


Aciziyên berê nahêle yekgirtin çêbe 

Her wiha li gorî agahiyan ji ber aciziyên di navbera Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê de ev hewldanên ji bo yekgirtinê bi ser nekevin. Wertê li ser vê mijarê jî wiha axivî; “Ji ber sedemê cudabûna van her du partiyan ya berê, dibe ku di navbera hin rêveberên wan de kîn hebe, lê ne gelek in. Tê payîn ku ji ber kîna di navbera hinek rêveberên partiyên îslamî de yekgirtina wan sernekeve. Lihevkirina partiyên Îslamî di berjewendiyên hin aliyên din de nîne.”

Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê berê yek partî bûn, lê piştre ji ber nakokiyên navxweyî hev cûda bûn. 



HANA AZAD / ROJNEWS/HEWLÊR