MURAT MANG
Berpirsê xizmetên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd, Dr. Şervan Bêrî ji me re li ser rewşa insanî ya ji ber şerê qirkirinê yê dewleta Tirk peyivî. Wî got, dewleta Tirk bi qest êrişê dibe ser ambulansan û xebatkarên tenduristiyê, ji ber wê jî karê wan dijwartir dibe. Wî her wiha eşkere kir ku artêşa dagirker bendava ku avê dide temamê devera Heseke kiriye armanc û hewl daye 400 hezar mirovî bê av bihêle. Niha alternatîfa ku ji bo Hesekê hatiye peydekirin, kariye tenê ji sedî 20´ê pêdiviya avê dabîn bike.
Dr. Şevan Bêrî diyar kir ku li nexweşxaneya girê Spî Bijîşkên Sînornenas jî bi wan re alîkar bûn, lê piştî dagirkirina bajêr, vê nexweşxaneyê hew kar kiriye û ev bijîşk jî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî veqetiyane. Wî wekî din got, ji ber nebûna xebatkaran li Kobanê du nexweşxane betal in û nexweşxaneya wan bi xwe jî ji ber ku şer nêzîkî Til Temirê bû ji bo çend saetekê pêr karê xwe rawestandiye.
Dr. Şervan Bêrî weklî din got, hin birîndaran ew dibin Başûrê kurdistanê û diyar kir ku kesên dixwazin alîkariyê bikin jî dikarin vê alîkariyê bigihînin Rojava, ji ber ku sînorê Sêmalka vekiriye û rêxistinên alîkariyê yên ku ji herêmê vekişiyane, ji dûr ve alîkariyê didin wan. Dr. Şervan Bêrî diyar kir ku wan raporeke navneteweyî ya otopsiyê ji bo Hevrîn Xelef amade kiriye û xwest ji ber vî sûcî û sûcên din ên şer, dewleta Tirk bê dadgehkirin. Ev rapor li gorî Dr. Şervan Bêrî wê ji saziyên navneteweyî re bê şandin.