Dewleta Tirk li Şemzînanê bi hezaran hektar daristana li herêmê şewitand û bi hezaran heywan jî telef kir. Gava daristanan dişewitîne jî şiklê heyv û stêrkê dide ku sembolên alaya Tirkan in. Dewleta Tirk ku havînan daristanên Kurdistanê dide ber êgir îsal jî li gelek deverên navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê dest bi şewitandina daristanan kir. Gava daristanan dişewitîne jî şiklê heyv û stêrkê dide ku sembolên alaya Tirkan in. Navçeya Şemzînan ku cîranê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye, bi xwezaya xwe ya bedew cihekî taybet e. Şemzînan ku çiya û newalên xwe bi daran xemilî ne, bi sedan celebên giha û heywanan lê hene. Tevî gelek darên fêkî, bi hezaran heywan li çiyayên wê ne. Ev bihuşta ser rûyê erdê di destê dagirkerên Tirk de dinale. Bi rojan dewam kir Dewleta bi hezaran hektar daristana li herêmê şewitand û bi hezaran heywan jî telef kir. Eşkere bû ku li gelek deverên navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê, leşkerên Tirk agir berdane daristanan. Şewata li daristanan bi rojan dewam kir. Leşkerên li qereqolên li ser sînor bi zanebûn daristanên li herêma Rûbarokê dişewitînin. Leşkeran nehişt Şewata ku ji ber leşkerên Tirk bi daristanê ve ket, mehekê dewam kir. Bi rojan dû bi ser gundên Rûbarokê ket. Gundiyan hewl dan agir vemirînin, lê leşkeran nehiştin. Li gorî agahiyên, leşkerên li kalekolan bi taybetî bi şevê benzîn li daristanan kirine û şewitandine. Benzîn jî bi şêweyê heyv û stêrk (nîşaneya ala Tirkan) li daristanê kirine û şewitandine. Meheke şewitîn Gundiyên li herêma kalekolan û ser sînor in, gotin ku leşkeran bi zanebûn agir berdane daristanan. Gundiyên ku ji ANF’ê re axivîn û ji ber ewlekariya jiyanê nexwestin navê xwe eşkere bikin, diyar kirin ku leşkeran benzîn li daristanê kirine. Yek ji gundiyan got, “Çiya û newalên navbera Rûbarok û Başûrê Kurdistanê bi daristanan xemilî ne. Gelek heywan li van daristanan dijîn. Leşker bi taybetî bi şevê agir berdidin. Meha bihurî leşkerên li kalekolên li navbera Rûbarok û Başûrê Kurdistanê, bi şêweyê heyv û stêrkê benzîn li daristanê kirin û şewitandin.” Heywanên li daristanan dikujin Gundiyê ku şahidiya şewatê kiriye dibêje şewata li daristanên herêmê mehekê dewam kir û wiha dipeyive:”Me xwestin agir vemirînin, lê nehiştin. Ji ber şewatê hem daristanên aliyê me, hem jî yên li aliyê Başûrê Kurdistanê şewitîn. Ji ber şewatê bi rojan dû bi ser gundên herêma Rûbarokê ket. Leşkerên dewletê li vê derê hem daristanan dişewitînin, hem jî heywanên li daristanan dikujin. Em ji vê derê bang li mirovahiyê dikin: Demek ji ya din zûtir li ber kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewletê rabin.” ANF/ŞEMZÎNAN