Dîsa bi sedan Santralên Hidroelektrikê (HES) tên avakirin. Bi taybetî li herêma Çewlîk, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Amed, û Dêrsimê li qadên ku ji aliyê çavkaniyên jiyanê ve herî dewlenend û zindî ne bendav tên avakirin. Her çend berdekên welatiyan û derdorparêzan zêde be jî dîsa avarina bendavan û HES'an berdewam dike. Bendavên ku li herêmê tên avakirin, hem xwezayê wêran dikin û hem jî gelek cûreyên bebat û sewalan bi xwe re têk dibe. Di salên 1990'an de gund dihatin şewitandin û valakirin, niha jî li şûna şewatê li herêmê bendavan zêde dikin û gundan vala dikin. Ji ber bendavan dîsa koçberiyekê dest pê kiriye.
Hikûmeta Tirkiyeyê di salên dawî de zêde bendavan li herêmê ava dike. Her çend zêde pêdiviya herêmê ji enerjiyê tune be jî bi sedan projeyên Santrolen Hîdroelektirîkê (HES) û bi bi dehan bendavan ava dikin. Her çend heta niha ji bo avdanî û enerjiyê 50 bendav hatin avakirin û di salên dawî de 30 bendavên din tên avakirin jî dîsa ev bendavên hu hatine avakirin xizmetê nadin welatiyan. Bi sedan Santralên Hidroelektrikê (HES) tên avakirin û bi xwe re xweza, dîrok, çand û ekolojiya herêmê xera dike. Bendavên bi hinceta "Ewlehiyê" tên avakirin dibe sedema valakirina herêmê û xerakirina hevsengiya cihanê. Wezîrê Parastina Neteweyî, Midûrê Giştî yê Polîsan, Serfermandarî dest didin hev û bi hinceta "Ewlehiyê" bendavan li ser bendavan ava dikin. Bi zêdebûna bendavan re xweza, zindî, nebat hemû di bin avê de dimînin. Hemû warên dîrokî û axa bi bereket di bin avê de de mîne. Warên turîzmê û qadên jiyanê têk diçin. Ji ber xweza wêran dibe û qadên jiyanê di bin avê de dimîne koçberî jî dest pê dike. Wezîrê Daristanê û Karên Avê û Derdorê, Veysel Eroglu di bersivandina pirsnameyekê de gotibû hêjmara HES'an ên çalak 333 hebin. Yên ku ji aliyên sektorên taybet tên avakirin jî 237 hebin. Heta niha 924 şîrketên taybet ji bo avakirina HES'an peyman îmze kirine.

Sînor bi bendavan tê parastin!

Li Tirkiyeyê bendav herî zêde li sînorê Îran û Herêma Federal a Kurdistanê tên avakirin. Ji bo rê li çûn û hatina PKK'ê bigire û gundên herêmê vala bike li Şirnexê 7 û li Colemêrgê jî 4 bendav hatine avakirin. Midûriyeta Giştî ya DSÎ, ji sala 2008'an heta niha li Qileban, Xêzil, Silopî, Balli, Kavşaktepe, Musatepe û Çetintepe 7, li navçeya Çelê li ser Rûbarê Guzeldere li herêma Golgeliyamaç û Çocuktepe 2, li Şemzînan û Geverê li ser Rûbarê Bembo û Beyyurdu û Aslandag ê 2 bi tevahî 11 bendav hatin avakirin.
Rayedarên dewletê bi devê xwe diyar kirin ku bedavên tên avkarin ne ji bo avdanî û enerjiyê ye, dijberî vê yekê ji bo ewlehiyê tên avakirin. Ev jî xuya dike ku dewletê di salên 1990'an de gund dişewitandin û vala dikirin, niha jî bi bendavan vala dikin.

'Dirok û xwezaya Dêrsimê wêran dibe'

Li Dêrsimê jî bendavên ku tên avakirin xweza û dîroka Dêrsimê têk dibe. Bi taybetî bendavên ku li Pilûr û Dêrsimê tên avakirin 42 hezar hektar zevî di bin avê de dihêle. Warê qada sîtê Parqa Neteweyî jî di bin avê de tê hiştin. Li ser Geliyê Mûnzûrê 14 bendav û HES tên avakirin. Li gel bendava Pilumoriya û Uzunçayirê gelek herêm di bin avê de tê niştin. Bi vê yekê re li geliyê Mûnzûrê 228 nebatên aydî Mûnzurê û bi tevahîe hezar û 518 cureyên nebatan di bin avê de tên hiştin. Dîsa bizinên çiyê, bezuvar kevên urê masiyên deqsor û gelek cureyên sewalan cureyên wan tune dibin.

Warên pîroz jî di bin avê de dimînin

Bi avakirina bendavan re gelek warên dîrokî, çandî û turîzmê jî di bin avê de dimînin. Warê Pira Mamekî, Gola Çeto, Xizir Baba û gelek warên ku her sal Şahiyên Çarşema Reş" tên lidarxistin di bin avê de tên hiştin.
Bi dehan gundên di salên 90'an de hatin valakirin dê di bin avê de bên hiştin. Di raparên hatin amadekirin de jî derket holê ku bendav dê herêma erdnîgariya Dêrsimê bike 3 perçe. Bendava li nêzî Çemîşgezekê li ser çemê Tagarê bê avakirin dê Ali Bogazi bike gol. Ev herêma di qada çandiniyê de pir bi xêr û bêr e dê di bin avê de bimîne. Êdî dê bax û bostan li vir neyê çandin. Dolên herema Mercan, Îlksor, Munzur, Harçik û Alî Bogazi û çavkaniya bag û bistan û rezan e dê tev di bin avê de bê hiştin. Dîsa dê Dêrsima Rojava û Rojhilat bibe 2 perçe. Ji ber vê yekê dê li vir jî koçberî dest pê bike. Li vê herêma Dêrsimê dê nêzî 100 gund û 5 hezar mirov bê cih û war bimîne. Bi dehan gundên di salên 1990'an de hatin şewitandin û valakirin dê tev di bin avê de bên hiştin. Bendavên ku li herêma Dêrsimê bên avakirin dê hemû warên çandî, turîzm û baweriyê di bin avê de bihêlin. Li gel cureyên nebat û zindîwerên li ser axê û di nava avê de dijîn dê warên pîroz ên baweriya elewiyan, Tahtên digirîn, Gola Çeto, Ana Fatma û gelek warên din dê di bin avê de bên hiştin. Dîsa dê projeyên HES'ê Bendavên Bozkaya Kaletepe, HES, Munzurê Konaktepe, Akyayik li ber qedandinê ne. Li gel hewldana derdorparêz û xwezaparêzan jî dîsa avakirina HES û bendavan berdewam dike.
Endezyar û derdorparêz diyar dikin ku darên berû yên salê 60 santiimî dirêj dibûn ji ber bendavan salê 10 santîman dirêj dibin û xweza wêran dibe.

Bermayiyên 12 hezar salan têk diçin
Bendava Çemê Perî ya di navbera Çewlîk û Gêxî û projeya HES'ê dibe sedema wêrankirina xweza û dîrokê. Ji ber bendava Gexî keleha Gexî hate hilweşandin. Dîsa bendava Ilisû jî dîroka heskîfê wêran dike. Bendava ku 50 salin niqaşa wê tê kirin dî dîrok û çanda 12 hezar salan di bin avê de bihêle. Warê dîrokî û turîzmê ku di cihanê de werî çavkanî û arşiva dîrokê tê zanîn Heskef dê bi xwe re dîrokê jî winda bike. Heskîfa ku ji 6 hezar şikeft, keleh, mizgeft û serayan pêk tê tev dê di bin avê de bê hiştin. Dîsa li gel qada Heskîfê dê 95 gund 104 mezra bi tevahî 200 warên jiyanê di bin avê de bên hiştin. Bi bendavê re dê 55- 80 hezar welatî neçarî koçberiyê bibin. Bi bendavê re dê gelek cûreyên nebatan û sewalên di navde Kîsoyê Rafet (Rafetus euphraticus) Waranê Çolê jî tunebebe. Dîsa dê masiyên deqsor, başoke, kîvroşk, kerkenez, hechecîk û gelek çûkên din tê tune bibin.
Heta niha li herêma Rojhilat 35, li herêma Başûr 15 bi tevahi 50 bendav hatine avakirin.


ABDURRAHMAN GOK /  DÎHA/AMED