
Planek bi zanebûn e
Serokê Komeleya Danasîn û Tûrîzmê ya Êlihê Emîn Bûlût der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku dirêjtirîn pira ji kevir a cîhanê ya li ser Çemê Êlihê bi tinebûnê re rû bi rû ye û got, “Li ser vê dirêjtirîn pira ji kevir a cîhanê, profesorê Amerîkî Michael Rorenberg 20 salan lêkolînên zanistî kir û di encama kolandinan de tespît kir ku Girikê Migro yê li gundê kêrikê û gundê Pileka yê Farqînê digihêjin hev. Ji bo tescîl û tespîta Pira Pirpira, bi Weqfa Parastina Hebûneyên Xwezayî em vê hefteyê bi heyetekê re çûn. Me 25 lingên pirê tespît kirin. Lê belê ji ber zêdehiya avê û vebûna deriyê bendavê, me lingên din ên pirê tespît nekirin. Bêguman lingên wê yên ji ax û qûmê, di encama xebatên arkelojîk de derkevin holê. Eger Projeya Îslehkirina Çemê Êlihê bê kirin, wê bi dehan lingê pirê zerarê bibînin.”
Mîrateya mirovahiyê ye
Bûlût anî ziman ku wan tespît kirine Pira Pirpira bi kevirê volkanîk ê ji Çiyayê Qire hatiye anîn hatiye çêkirin û got, “Her kevirek bi qasî metreyekê fireh e û di navbera wan de bixur hatine bicihkirin. Di wê demê de xercên ji hesin jî hatin bikaranîn û pireke girîng a hunerî hatiye avakirin. Li ser rûyê erdê pira herî bi heybet, herî mezin û herî dirêj a dîrokî ye. Divê ev pir tavilê bê prastin û ji tûrîzmê re were vekirin. Ev der mîrateyên hevpar ên dîroka mirovahiyê ne.”
Bûlût bibîr xist ku Bendava Êlihê ya li ser Çemê Êlihê, cihûwarê herî kevin ê cîhanê di binê avê de hiştiye û destnîşan kir ku dê ava zêde, hejmareke zêde cûreyên çûk û gihayan ji projeya rantê re bên qurbankirin. Bûlût got, “Ji xwe bendava Êlihê ya hîmên wê di sala 1987’an de hat danîn, wargeha herî kevin a mirovahiyê ku ji Girikê Gobekliyê jî kevintire, Wargeha Çemê Helan a 12 hezar û 600 salî, xaniyê yekemîn, gundê yekemîn e. Niha jî Karên Avê yên Dewlet û Îdareya Taybet a Bajêr Çemê Êlihê yê ji Pira Malabadê heta Êlihê, bi projeyeke sûnî ya hevpar hewl didin avê kontrol bikin, erdê çandiniyê yê ji mîlyonek hektarî yê Êlih û Farqînê werbigirin û pêşkêşî rantê bikin. Navê vê projeyê projeya rantê ye.”
Bi hezaran lawir tine dibin
Bûlût da zanîn ku yên Projeya Îslehkirina Çemê Êlihê dimeşînin ji xweza û dîroka çandî wêdetir bi mejiyê pereyê zêde nêz dibin û got, “Bi xebateke zanistî û ekolojî re diviyabû Çemê Êlihê veguherandibûna tûrîzma çûkan û qadeke girîng a çêrandinê. Lê belê Muduriyeta Karên Avê ya Dewletê xwezayê qetil dike. Li hemberî îtiraza me ev bersiv dan: ‘Ji bo cûreyekî çûkan em 200 Mîlyon TL’yî heba bikin?’ Me jî ji Alîkarê Mudurê Herêmê yê Karên Avê re gotin; “Ewropa ji bo kêzikekê 500 mîlyonî xerc dike. Bi kurtasî projeya îslehkirina Êlihê karesateke. Li gel xerakirina hevsengiya ekolojîk a Êlihê wê hewzeya çem jî talan bike.” Bûlûk da zanîn ku li dirêjtirîn pira cîhanê beriya mehekê seyê avê hatiye tespîtkirin û bibîr xist ku li Çemê Êlihê heft cûreyên çûkan hene û got, “Ji sala 2008’an û vir ve xebatên me yên çandî yên li ser xweza û tûrîzmê ya Êlihê dewam dikin. Projeya Îslehkirina Çemê Êlihê tê wateya tinekirina Çemê Êlihê.”
DÎHA/ÊLIH