Car caran heval ji min dipirsin; gelo eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, tê here ku û li ku derê bijî? Min jî heta niha bersiva vê pirsê wer dida; ez ê herim gundê me û li wir bijîm. Helbet min tim û tim gundê me di çavên xwe de mîna gundê çaxên zarokatiyê dihesiband; ji bajêr dûr, bi kanî û çemê xwe ve her dera wî xwezayî û dengê karik û berxikan...

Lê demek berê min jî li ser Googleearthê dîmena gundê me ya ji satelîtê mêzekir; ez çi bibînim! Şûna rêya berê ya ku pez tê re diçû niha rêyeke pirr fireh a 'modern' di nava gund re derbas dibe û xwezahiya gund kuştiye. Wê rêyê ew efsûn û cazîbeya gund a ku min di çavên xwe de min pirr mezin dikir, ji nişkave wenda kir.  Dewleta Tirk îro bi navê qaşo medeniyetê cografya Kurdistanê bi rê, santral û bendavên ku hewcedariya xelkê pê tune ye, tarûmar dike. Bi taybetî jî piştî sekinandina şerê çekdarî, hilweşandina xwezahiya welêt mîna talaneke bênavber li dar e. Ne tenê xwezaya Kurdistanê, cih û warên ku Kurd gorî baweriya xwe pîroz dibînin jî ji vê talanê para xwe distînin...

Baweriya Rêya Heq û xwezaya pîroz

Polîtîkaya xerakirin û talankirina cih û warên pîroz bi taybetî jî li Dêrsimê tê meşandin. Wekî tê zanîn; li Dêrsimê bi dehan kevir, gir, çiya, gol, çem û şkeft wek cihên pîroz û ziyaret tên qebûl kirin. Kurdên Dêrsimî gorî baweriya xwe ya Rêya Heqê -Elewîtiya ku tê de bandora pîroziya xwezayî pirr pêşde ye- di roj û çaxên taybet ên salê de wan ziyaret dikin û rîtûelên baweriya xwe li wir pêk tînin. Wekî mînak; Çem, Newal û Çiyayê Minzûrê di çavên Dêrsimiyan de ne çem, newal û çiyayekî mîna yên din e. Minzûr kaniya jiyanê ye û wek parêzgehekê Dêrsimiyan himbêz dike. Ew wargeha Bavê Minzûr ê pîroz e. Niha ev xweşikahî, ji ber projeyên bendav û santralên elektrîkê, di bin metirsiyeke mezin de ye. Deweleta Tirk dest bi hinek ji van projeyan kiriye û hinekên din jî amade dike. Ev qirkirina nirxên çand û xwezayî rastî berteka Dêrsimiyan were jî divê Kurd gişt xwedî li van nirxên xwezayî yên li Dêrsimê û yên herêmên din ên welêt derkevin.
Gorî çîrokên baweriyê yên li Dêrsimê tên vegotin, Xizir li hespê xwe yê boz siwar dibe û ziyaretan giştan digere. Xizir di baweriya Rêya Heq de kesekî pîroz e û li her derê hazir û nazir e. Hinek nişaneyên li ser kevir, gir û şkeftan jî mîna ku şûna lingê wî ne pê tê bawerkirin û ew der ziyaretgeh in. Li wan deran qurban tên serjêkirin, mûm tên pêxistin û loqme tên belavkirin. Hinek gol jî hene ku ew mîna mekanên Xizir tên bawerkirin. Wek ‘Gola Xizir’ tên binavkirin.

Gola Çeto, hevaltiya Minzûr û Xizir
Li Dêrsimê jinên Kurd ên Rêya Heqî îro jî ziyaretên xwe yên li Gola Çeto ya pîroz dewam dikin. Gola Çeto, di zarava Kurdî ya kirmanckî de tê wateya ’cihê gîhiştina avan’ û li wir Çemê Minzûrê û Çemê Harçîk digîhijin hevdu. Gorî baweriyê, Xizir û Bavê Minzûr li wir rastî hevdu hatine û bûne heval û musahîp (kirîv). Paşê jî bi hev re ketine avê û heta îro mirazê kesên ku golê ziyaret dikin tînin şûnê.
Ev bawerî û rîtûelên wê bi taybetî ji hêla jinan ve tê berdewamkirin. Di meha adarê de roja her çarşemê jin diherin Gola Çeto ziyaret dikin. Bi taybetî di du çarşemên dawiya mehê de hejmara ziyaretvanan pirr zêde dibe. Jin mûman pê dixin, loqmeyan belav dikin, mirazên xwe ji Xizir dixwazin û sewa ku mirazên xwe were şûnê dua dikin.

Tevgereke derdorparêz a Kurdistanî lazim e
Gola Çeto jî ji polîtîkaya dewletê ya qirkirina xwezaya Kurdistanê para xwe stand. Bi despêkirina çêkirina Bendava Uzunçayir û Santrala Elektrîkê ve ziyareta Gola Çeto hindik ma bû ku di bin avê de bimîne. Lê bi hewldan û têkoşîna Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn ve ev proje hat sekinandin. Lê talûke hên jî bi giştî derbas nebûye. Herwiha ne tenê bona Gola Çeto, bona parastina tevahiya xwezaya Kurdistanê tevgereke derdorparêz a Kurdistanî lazim e ku tim û tim bona parastina xweşikahiya welatê me hişyar û çalak be. Axa welatê me pîroz e. Ji ber ku jîngeha xelkê me ye û bona her bostekî wê bedêlekî giran hatiye dayîn...