ZAHÎR ÎBRAHÎM

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Serokê Rêxistina War a ji bo Parastina Jîngehê Hejar Mahîr diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ziyanekî mezin digihîne jîngeh û xwezaya Kurdistanê.

Serokê Rêxistina War a ji bo Parastina Jîngehê Hejar Mahîr diyar kir ku di encama bombebarana artêşa Tirk de zêdeyî sed hezar donuim erazî û pûş şewitîne û ziyan dîtine.

Balinde û giyandarên din jî jê zerarê dibînin

Hejar Mahîr got êrîşên dewleta Tirk kiriye ku xweza û jîngeha herêmê tine bibe û wiha peyivî: “Bi hezaran darên weke, dara mazî, dara berû û dara kezwanê wêran bûne. Daxwazê ji aliyên peywendîdar dikim ku hewldanên xwe zêde bikin, ji bo ev êrîş bên rawestandin. Ji ber ku dubarebûn û berdewamkirina topbarana wê bibe sedem ku şewata çiya û erazî berdewam bike. Ev jî ziyanek mezin e bi jîngehê digihîne. Ji derveyî ziyan û zerera ji bo mirov balinde û giyandaran.”

Gelek ziyan çêbûye

Her wiha Mahîr diyar kir ku nexasim di encama bombebarana artêşa Tirk de a sînorên Başûrê Kurdistanê gelek ziyan çêbûye û  ziyan bi vî rengî rêz kir:

“Kêmkirina şînatî û têkdana hevsengiyê.

  • Kêmkirina asta hêlbûna avê û bandoriya xerab a li ser baranê.
  • Kêmkirina avên bin erd, ji ber ku di aliyê ve çavkaniya ava ser erde.
  • Kêmkirina oksîjenê û zêbûna  karbondîoksîtê.
  • Kêmkirina parastina daran, ji ber nexweşiyan bi lez ziyan gihîje.
  • Peydabûna dûkêla ku  ziyanê digihîne çav û bedena mirov.”