Endamê Komîsyona Ekolojî ya HDK'ê Yûsûf Gursûcû da xuyakirin ku dema dewleta Tirk êrîşî gerîla û gel dike zerareke ciddî dide xwezayê û got, "Eger lêkolîn were kirin wê bê dîtin ku şewatên li herêmê tên derxistin zerareke ciddî didin ekosîstemê û xwezayê diguherînin."

Gursûcû bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên di 30 salên dawî de li hemberî gerîla û gelê Kurdistanê kiriye û got, "Çekên kîmyewî jî di van êrîşan de bikar anîn. Bêguman van çekên kîmyewî hem zerar dan mirovan hem jî da zindiyên din ên li xwezayê. Bêguman şopa xwe hînê li ser erdê heye, jiyan çilmisandiye, av jehrî kiriye. Li herêmên çekên kîmyewî hatine bikaranîn, divê li ser av û erdê lêkolîn bên kirin. Eger di ax û avê de şopa van êrîşan derkeve holê, pêwîste tavilê tedbîr werin kirin û eger tedbîr neyên stendin wê ji ava em vedixwin, ji nebata em dixwin yan jî ji heywanan maddeyên kîmyewî derbasî bedena me bibin û ev yek jî dikare rê li ber nexweşiyên mîna kanserê veke. Di êrîşên kîmyewî de ya herî zêde hat bikaranîn bombeyên şewatê bûn. Bi vê rê xwestin gel ji xaka xwe derxîne. Di êrîşên ji bo bêparastinhiştina gerîla de, bi mîlyonan dar şewitîn û ji ber vê yekê bi hezaran zindiyên li xwezayê dijîn, zerar dîtin. Eger lêkolîn were kirin wê bê dîtin ku şewatên li herêmê zerarên ciddî dane ekosîstemê û xweza bi xwe biguhertine."

Têkoşîn wê wan neçar bike  

Gursûcû di pêvajoya aştiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gel û xwezaya Kurdistanê nirxand û da zanîn ku dewleta Tirk dema fêm kir ku nekare têkoşîna neteweyî ya Kurd tê bibe û serî lê bitewîne, neçar ma li dora maseyê rûnê.
Gursûcû bibîr xist ku pêşniyarên ji bo hevdîtinên aştiyê yan jî bêçekbûnê herî zêde ji derdorên sermayeyê piştgirî dîtine û ji bo vê yekê jî TUSÎAD mînak nîşan da.
Gursûcû di vê mijarê de ev nirxandin kir: "Derdorên sermayeyê, bi taybetî jî sermayeya mezin ji pêvajoya aştiyê xwedî hêvî û bendewariyên mezin e. Ev bendewarî ne tenê ji aliyê qadên xwezayî ve ye, di heman demê de dixwaze mirovên ji neçarî koçî bajaran kirine weke karkerên kole bixebitîne. Gotinên 'Emê li herêmê Çîneke nû ava bikin' hînê tê bihîstin. TUSÎAD'ê civîneke xwe ya şêwirê di demeke nêz de li Êlihê pêk anî, ev yek jî nîşan dide ku der heqê herêmê de xwedî planên ciddî ye. Kengî sermaye ket krîzê, talana ked û xwezayê mezin dike. Her tim barê krîzê dikeve ser pişta kedkar û xwezayê. Sermaye demeke dirêj e, weke rêya daneheviyê, qadên xwezayêı talan dike. Ya ku li Kurdistanê tê jiyîn jî, dewamiyeke vê rastiyê ye. Ji bo ji pêvajoya aştiyê sûd were girtin, ji aliyê sermayeyê ve planên ji bo dest deyne ser av, kevir, ax û keda Kurdistanê tên kirin. Şerekî ku fêm kirine nikarin bi ser bixin, dixwazin di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi dawî bike. Di xewn û xeyala wan a dawî de, cihê gelê Kurd ê xizan, xwezaya Kurdistanê nîne."

Perspektîfa Ocalan a petrolê

Gursûcû bal kişand ser tedbîr û têkoşîna li dijî vê xeteriyê bê dayîn û got, "Bi qasî ku em desthilatdariya demokratîk a gelê Bolîvyayê li ser têkoşîna avê ava kiriye vedibêjin, mixabin em nikarin şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn vebêjin. Rojhilata Navîn a ekolojîk û demokratîk xwedî wê hêzê ye ku karibe tevahiya cîhanê biguherîne û ev pêvajo êdî destpê kiriye. Divê em perspektîfa Birêz Ocalan a petrolê red dike û kombûna gelên Rojhilata Navîn li dora avê destnîşan dike, mezin bikin û bi vê yekê re li dijî hewldanên sermayeyê yên desteserkirina avê, têkoşînekê bimeşînin. Di çarçoveya muzakereyên bi Yekitiya Ewropayê re, şertê pêşî yê vekirina her sernavê hevdîtinan ew bû, ku Firat û Dîcle bi Yekitiya Ewropayê re werin birêvebirin. Ev yek hat qebûlkirin û sernavên muzakereyan hatin vekirin. Tişta ku Yekitiya Ewropa li ser avê xeyal dike, bi tenê dikare gelên Rojhilata Navîn bike kole. Dema em behsa guhertina cîhanê dikin, divê em destûrê nedin ku ava me, axa me, zozanên me pêşkêşî sermayeyê bê kirin."



DENÎZ OGÛZSOY/ANF/STENBOL