Xêzkar Nasir Türk ku bi xwe jî ji Mêrdînê ye û di wêneyên xwe de rengînî û zenginiya Mêrdînê xêz dike, ji bo bajarê xwe wiha diaxive:” Mêrdîn bajarekî efsûnî ye. Hêvî dikim ku xweşmêrî û aşîtiya li Mêrdînê li tevayî Tirkî jî belav bibe. Loma jî min dil daye ku Mêrdînê bidim nasîn û biparêzim.”

Nasir Türk li gelek cihên cihê wenêyen xwe bi pêşangeha ‘Ax! Ger biaxiviya Mêrdîn’ nîşan da û vê carê jî 17´ê Çileyê li muzeya arkeolojî ya Antalya yê wê nîşan bide.

Mêrdîn li ber qira çandî ye

Nasir dixwaze xweşbîniya Mêrdînê li tevayî Tirkî belav bibe. Lê ew jî xwedî mitaleyan e ji ber ku vega Mêrdîn li ber qira çandî ye. Nasir dibêje:” Mêrdînê gelekî nadin naskirin, nayê parastin loma jî elaqaya ku dibîne kêm dimîne. Mixabin ji ber polîtîkayên tewş jî heta niha Mêrdîn neketiyê lîsteya UNESCO ya Mîrasa Çandî ya Cihanê. Ez dixwazim bajarê xwe biparêzim loma çavkaniya hunera min Mêrdîin e û bi xebatên xwe ez hewl didim ku Mêrdîn têkevê listeya UNESCO û werê cihê ku mafê wê ye.”

Mêrdîn sipartiyê dilê xwe

Bi çand, huner û guherîna bajarekî herkes bi awayekî cihê çavdêriya bajarekî dike. Nasir jî têkiliya xwe û Mêrdînê bi evînê diyar dike û dibêje: “Min bajarê xwe Mêrdîn bi dil tenikî û berpirsiyariya hunermendî re bi hestê xwe yên tîr li ser dilê xwe bicihkir. Bi ristên xwe hewl didim ku warê xwe yê zaroktiyê bi wate û nemir bikim. Jiber ku evder mala min e. Heleke jiyana min e ku ez nikarim bêyî wê bijîm.”


AZÎZ OGUR