GOKHAN ALTAY
MA/ŞIRNEX
Hevjîna dengbêj Fadilê Cizîrî, Şîrîn Egul got, Cizîrî ji bo kurê wan ê ku dema berxwedana xwerêveberiyê de hat qetilkirin, kilamek nihurandiye, û bêyî ku bibêje, wefat kir û got: “Hin caran dixwest bibêje, lê dengê wî nedihişt. Daxwaza wî ya dawî neçû serî.”
Dengbêj Fadilê Cizîrî bi gazinên xwe yên “Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemir? Kes li dengbêjan xwedî dernakeve” li bîra me wê bimîne. Seyîd Fadilê Cizîrî 25’ê Tîrmehê piştî celteyeke dil, dilê wî sekinî û rehmet kiribû. Cizîrî ku bi gotina payîzokan û nexasim jî ya “Heyran jaro” dihat nasîn, demeke dirêj bû bi nexweşiya parkinsonê ketibû.
Berî her tiştî şairek bû
Fadilê Cizîrî ku ji ber ku kurekî wî di qezeyeke trafîkê de û kurekî wî jî di dema berxwenda xwerêvebeiryê de jiyana xwe ji dest dabû, qehrê ew êşandibû. Piştgiriya herî mezin a ku Fadilê Cizîrî li ser rûyê erdê dîtî, jî ji hevjîna wî bi xwe, Şîrîn Egul bû. Egul niha li ser 4 zarokên xwe ye û ji ber pirsgirêkên aborî gelek zehmetiyê dibîne. Wê got, hevjînê wê Fadilê Cizîrî berî her tiştî dengbêjek, şairek bûye û bi dilekî şîkestî xatir ji jiyanê xwestiye.
Strana xwe ya dawî negot
Egul da zanîn ku ew ji nexweşxaneyekê çûne yeke din û ji nexweşiya Cizîrî re çare nedîtine. Egul bi bîr xist ku Cizîrî ji ber nexweşiyê bi salan payîzokên ku gelekî ji wan hezkiriye, nikaribûye bibêje û destnîşan kir ku daxwaza wî ya herî dawîn gotina wê stranê bû ku ji bo kurê xwe yê ku di berxwedana xwerêveberiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû. Egul got, nexwendina vê stranê di dilê Cizîrî ma, û vê yekê ew gelekî êşandiye: “Hin caran dixwest bibêje lê dengî wî pêşî li gotina strabê digirt. Ji ber ku nikaribû bibêjê, digiriya. Daxwaza wî ya dawî neçû serî.”
Ji bo debara malê şairî li cihê xwe hêla
Egul da zanîn ku hevjînê wê ji bo debara mala xwe bike, bi salan dev ji dengbêjî û şairiya ku gelekî jê hez kiriye berdeya û wiha qala hevjînê xwe kir: “Dev ji dengbêjiyê berda û awazên xwe negotin. Piştî teqewîtbûna xwe her tim digot, ez ê dest bi dengbêjiyê bikim, lê ji ber nexweşiyê ket nav nivînan û nikaribû dest bi dengbêjiyê bike. Hin caran ji bo bernameyan dihat vexwendin lê ji ber nexweşiya xwe bi dilekî xemgîn, nikaribû beşdar bibe.”
Banga xwedî derketinê
Egul got, hevjînê wê Cizîrî her tim jê re gotiye: “Dema em sax in, ber bi me nayên lê dema em dimirin li me dipirsin. Piştî ku ez mirim, bila ti kes li min nepirse.” Egul piştî van gotinan axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Hevjînê min dema nexweşiya xwe kesek li cem xwe nedît. Lê li gel vê yekê jî dilê wî ji kesî nema. Hê ku rewşa wan baş e, divê Kurd li dengbêj û hunermendên xwe xwedî derkevin û wan bi tenê nehêlin. Divê em li cem wan kesan bin ku ji bo çanda me dixebitin.”