Xelkê Xanesorê û piştgirê wan ên ji saziyên Êzîdiyan û nûnerên gelek saziyan ji Rojavayê Kurdistanê ku doza dûrketina çeteyên PDK´ê û Tirkiyeyê kirin, rastî êrîşa van çeteyan hatin. Di encama êrîşa li dijî Jin, dayik, keç, xort, zarok, pîr û kalan de keça 21 salî Nazê Naîf Qewal jiyana xwe ji dest da û 2 jê rojnamevan 15 kes birîndar bûn.

Welatiyên Xanesorê, nûnerên rêxistinên wê yên civakî û rêveberiya wê ya xweser, Êzîdiyên ji bo piştgiriyê ji Heseke û kampa Newrozê ya Rojavayê Kurdistanê hatî, doh danê sibê li ber avahiya PADÊ ya li Xanesorê civiya. Paşê girseyê berî nîvrojê berê xwe da çeperên çeteyên bi navê Pêşmergeyên Rojava ku di nava wan de nijadperestên Tirk, endamên çeteyên mîna El-Nusra û gelek hevkarên DAIŞ´ê yên li herêmê jî cihê xwe di navê de digirin. Bi hezaran welatiyan xwest ev çete erda dagirkirî berdin, da ku xelkê Xanesor û Sinûnê li warên xwe vegerin. Wan di heman demê de dagirkeriya dewleta Tirk-AKP û PDK´ê jî şermezar kir. 

Çeteyan Nazê ya ciwan qetil kir

Di nava xwepêşandêran de ji bilî nûnerên saziyan, jin, ciwan û zarok jî amade bûn.

Lê çeteyan bi sîlehan, bi gaza îsotê êrîşî xwepêşandêran kir. Xwepêşandêran li ber xwe da, lê di encama êrîşa hovane ya çeteyên PDK´ê de keçeke ciwan a Şengalî jiyana xwe ji dest da û 15 welatiyên din jî birîndar bûn. Welatiya di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî, endama meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Nazê Naîf Qewal a 21 salî ye. 

Şehîda 4´an ji heman malbatê

Pakrewan Nazê Nayîf Qewal ji eşîra Hebaba ya li gundê Zomanê ya Şengalê ye. Malbata wê di dema fermana 73'an de dev ji warê xwe berneda û li Çiyayê Şengalê ma. Di berxwedana Şengalê de birayek, xalek û xizmekî dayika wê di nava refên YBŞ'ê de bûn cangorî.

Ji birîndaran 5 bi guleyan birîndar bûne, yên mayîn jî bi fîşekên gazê birîndar bûne ji ling û milên xwe, hestiyên wan çikestine û ew rakirine nexweşxaneyên li Xanesor a Şengalê û 3 birîndarên rewşa wan giran jî rakirine Hola Rojavayê Kurdistanê. 

2 rojnamevanên Çira TV jî birîndar bûn

Di êrîşa çeteyên PDK’ê de  2 rojnamevan jî birîndar bûn. Nûçegihanên Çira TV´yê Jînda Asmen û Delîla Axîn ku dîmenên êrîşan tomar dikirin, bûn hedefa çeteyan. Asmen ji destê xwe, Delîla jî, ji lingê xwe bi bombeyên gazê birîndar bûn. Herdu nûçegihan jî rakirin nexweşxaneya Xanesorê û rewşa wan baş e. 


 ŞENGAL