Piştî ku gerilaya YJA-Starê Denîz Binevş û welatiyê wargeha Mexmûrê Mehmet Arif di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe jidest dan û her du çete hatin kuştin, doh şandeya YNK’ê ya ji Endamê Polîtbûroya YNK’ê Sadî Pîre, fermandarên leşkerî Fexredîn Mela Kerîm, Kerîm Mexmûrî, Berpirsê YNK’ê yê Mexmûrê Reşîd Gelalî û gelek berpirsên din yên YNK’ê pêkdihat, Wargeha Mexmûrê ziyaret kir.

 

Çûn serdana Fermandariya HPG’ê

Şandeya YNK’ê li Şaredariya Wargeha Mexmûrê ji aliyê şandeya wargehê ya ji Hevşaredarên wargehê Nûran Sezgîn û Kendal Kara, Hevserokên Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan û Leyla Îlhan, Endamên Têkiliyên Derve Zeynep Mustafa û Remezan Bozan û gelek nûnerên saziyên wargehê ve hat pêşwazî kirin.

Piştî hevdîtina her du şandeyan a li Şaredariyê Wargeha Mexmûr, her du şande bi hev re çûn serdana Fermandariya HPG’ê a Eniya Wargeha Mexmûr-Kerkukê. Piştî ku şandeya YNK’ê bi Fermandariya HPG’ê ya Eniya Mexmûrê re hevdîtin pêkanî, daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê da.

 

Gelê Kurd wê bigihije azadî û mafên xwe

Di daxuyaniya çapemeniyê de Endamê Polîtbûroya YNK’ê Sadî Pîre da zanîn, piştî ku gelê Wargeha Mexmûrê li rastî êrîşek a DAIŞ’ê hat, wan xwest bi vê serdana xwe piştgiriya xwe ji gelê Mexmûrê û hêzên HPG/YJA-Starê yên Eniya Mexmûrê bikin û wiha axivî: “Îro xwîna şehîdan li her çar parçeyên Kurdistanê bûye havêna xebatên hevbeş û yeketiya gelê Kurd. Eger xwîna gerîlayek li Mexmûr û xwîna pêşmergeyekê li Kobanê dirije ev jî gelê Kurd re dibe sembola tekoşîna netewa Kurd li dijî hemû cûrên dagirkerî li ser welat û gelê me. Dijmin bi riyên namerdî û kiryarên derveyî mirovahî vê hêza Kurd a ji bo azadiyê li berxwe dide bişkênin. Lê ew tu caran nikarin pêşî li vê hêza Kurd a bûye evîndarê azadiya welat û gelê xwe bigirin û di dawiyê de wê gelê Kurd bigihije azadî û mafê xwe yê rewa. Bi van hestan dibêjîn ji gerîla, şervan û pêşmergeyên Kurd re serkeftin, ji dijmin û neyarên gelê Kurd re jî mirin û binkeftinê dixwazîn.”


Bila bibe wesîleya yekitiya neteweyî

Her wiha Fermandarariya Hevbeş yê Eniya Kerkuk-Mexmûrê Selîm Zîlan xêrhatina şandeya YNK’ê xwest û wiha axivî: “Ev şehadetan wê bibin wesîleya yeketî û serkeftina gelê Kurd. Niha li Rojavayê Kurdistanê şer û berxwedanek pir dijwar heye. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe re axa Rojava dagir kiriye. Çawa ku em gerîla û pêşmerge li Mexmûr mil bi mil li hember dijmin şer dikîn, divê gelê Kurd yeketiya xwe ya netewî çêbike û li hember van dijmin û dagirkerên Kurdistanê têbikoşin û welatê xwe ava bikîn. Em dixwazîn û hestiyariya û sekna gelê xwe parastinê li Mexmûr û deverên din yên Kurdistanê heyî li Rojava jî ji aliyê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ve bê nîşandan. Bi vê boneyê hatina şandeya YNK’ê di demek ku me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê du şehîd dan biwate û girîng dibînin. Dûbare dibêjîn û xêrhatin.”



WEHBÎ DEMÎR/RONAHÎ NÛDA/ROJNEWS/MEXMÛR