Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Xerzanê, Welat Gever bi bîr anî, ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. NPG´ê got, “Xwîna hevrêyê me Welat wê li erdê nemîne“.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi bîr xist ku fermandarê gerîla Welat Gever li gelek herêman têkoşiya ye û ev peyam da: “Di salvegera 36’an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de di şexsê hevrê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bibîranîna wan ditewînin. Nemirên berxwedana şoreşgerî ku bi Hakî Karer re dest pê kirin û bi şehîdên 14’ê Tîrmehê re dewam kir, weke afirînerê ruhê fedayî bûne biryardariya geşkirin û biserxistina berxwedanê.”
Tirsa dilê dijminê xwe bû
NPG´ê ji bo fermandar Welat Gever jî di daxuyaniyê de got, “Gelê me yê Geverê ku bi şehîdên xwe yek ji kelehên berxwedan û welatparêziyê ye û di têkoşîna me de bi berdêlên xwe timî bûye xwedî roleke diyarker, fermandarekî xwe yê din ê leheng û bi rûmet hevrêyê me Welat Gever tevlî karwanê şehîdan kiriye.
Hevrê Welat hîn di emrê ciwantî de, sala 1993’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û demeke dirêj li gelek meydanên şer bi fedakariyeke mezin bi erk û wezîfeya xwe rabû. Ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû û heta roja dawî bû ewladekî hêja yê gelê xwe, şervan, fermandar, milîtan û hevrêyê partiya xwe. Ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojava, ji Zagrosan heta Amed û Xezanê li çar parçeyên Kurdistanê bû xwedî kedeke mezin û cihê xwe di dilê gel û hevrêyên xwe de girt. Ji dema şervaniya xwe heta wezîfeya li nava Konseya Leşkerî ya HPG’ê, hemû erk û wezîfeyên xwe bê kêmasî bi rengekî serketî bi cih anîn.
Hevrê Welat ji bilî serketinê tiştek qebûl nedikir û di jiyana xwe de cih neda têkçûnê. Li her herêma lê ma, bû fermandarekî mînak û mezin ê artêşa xwe û partiya xwe. Bû milîtanekî serketî ku tirsa dilê dijmin bû. Hevrê Welat ku bi kesayetiya xwe ya partiyê, bi sekna xwe ya dilnizm û kedkariya xwe li pêş bû, wezîfeya xwe ya dawî ya Fermandariya Eyaleta Xerzanê jî bi sekna xwe ya pêşeng bi cih anî.”
NPG´ê wih dawî li gotinên xwe anî: “Weke hevrêyên têkoşînê, weke nûnerên felsefeya ku ‘dilsoziya bi şehîd re weke destpêka mirovbûnê dibîne’, mîna hevrêyên xwe yên din ên şehîd em ê hevrêyê xwe Welat jî ji bîr nekin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîneke bi heybet bikin ku wî jî tevlî karwanê nemiran bikin. Xwîna hevrêyê me Welat wê li erdê nemîne. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê xwe, ji gelê Geverê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”
ANF/BEHDÎNAN
Nasnameya pakrewanên Bedlîsê hat eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûyî, eşkere kir. Yek ji şehîdan Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever e:
“27’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Xîzan a Bedlîsê, artêşa TC a dagirker bi desteka hewayî û tevlîbûna kontrayan dest bi operasyoneke berfireh kir. 28’ê Hezîranê balafirên şer û helîkopterên tîpa atak bomberdûmaneke giran li herêmê kir û piştre hêzeke berfireh a leşkerî ku yekîneyên kontra jî di nav de bûn, bi helîkopterên Skorsky li herêmê hatin danîn. Di navbera yekîneyên dijmin û hêzên me yên gerîla de şerekî giran qewimî. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Şer heta 29’ê Hezîranê dewam kir û Endamê Fermandariya Herêma Navîn û Fermandarê me yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever tevî 6 hevalên me bi fedayî şer kir û bi hev re her heft şehîd bûn.”
HPG´ê nasnameyên gerîlayên şehîd wiha eşkere kir: Welat Gever (Sefer Acar) ê li Colemêrgê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da; Viyan Çiya (Vahîde Çalkendîr) a li Qersê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da; Serxwebûn Zagros (Cîhan Acar) ê li Êlihê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da; Rojhat Azad (Emrah Demîrkol) ê li Amedê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da; Huseyîn Garzan (Surgun Akbay) ê li Bedlîsê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da; Ferzad Medî (Huseyîn Abic) l li Îdirê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da; Faraşîn Sîpan (Bahar Înan) a li Izmîrê jidayikbûyî, 28’ê Hezîrana 2018’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Ji be şehadetan, em sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku heta azadiya gelê xwe ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têbikoşin.”
ANF/BEHDÎNAN