Şahiya li Navena Hûrî hat lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.Piştre helbestvanê Kurd û Rêveberê Navendê Ferhadê Merdê axivî û diyar kir di jiyana gelan de xwendin navgîneke pêşketinê ye.
Piştre xelat li her 6 kesên ku ji aliyê rêveberiya nivîsgehê ve hatibûn hilbiajtin, hatin belavkirin. Li wir Koma Agirî jî stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kir.
Pirtûkxaniya bajarê Amûdê di sala 2012’an de hatiye vekirin, zêdetirî 5 hezar û 500 pirtûkên cihêreng ên weke ‘Roman, çîrok, şano, pexşan, wêje, felsefe, tendirûstî, dîrok û kovar’ hene.
AMÛDÊ