AGIRÎ ÎBRAHÎM/ANHA / DÊRAZOR


Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla piştî 5 salan xwîşka xwe Sumeya Hamid dît piştî ku hêzên QSD’ê li bajarê Dêra Zorê ew ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Piştî pênc salan ji dorpêça li ser bajarê Dêra Zorê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) karibûn welatiya bi navê Sumeya Hamid xwîşka, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla û pênc zarokên wê li bajarê Dêrazorê ji dorpêça çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Sumeya Hamid bi kêfxweşî piştî pênc salan bi birayê xwe Ehmed Ebû Xewla re civiya û rondik ji çavên wê diherikîn û got, “Bi saya şervanên QSD’ê em ji zindana terorîstên DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê rizgar bûn û şervanan ez gihandim ba birayê min. Ez nikarim gotinan bibînim ku bi wan kêfxweşiya xwe ya van kêliyan vebêjim.”


Dest bidin rizgarkirina Dêra Zorê

Sumeya Hamid bang li hemû hêzan kir ku beşdarî hemleya Bagera Cizîrê bibin û bajarê wan Dêra Zorê di demeke zû de rizgar bikin, da ku jiyana welatiyên bajêr ji nû ve were vejandin û ji trajediya xwe rizgar bibin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla jî ji aliyê xwe ve malavahiya şervanan û hemû hêzên beşdarî hemleya Bagera Cizîrê kir û got: “Bi keda şervanên QSD’ê û bi saya xwîna şehîdan, em ê hemû welatiyên xwe yên li bajarê Dêra Zorê asê mane, rizgar bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi giştî herêmê ji qirêjiya terorê paqij bikin.”