Pirtûkfiroşiya Land im Sicht hevkariya xwe bi pirtûkxaneya Rodî û Perwîn ali Kobanê re da zanîn û bang li xelkê Frankfurtê kir da ku bên li vîtrîna wê ya ji bo Rojava binihêrin û belkî tiştekî yan diduyan jî bikirin û destekê bidin projeyên li Rojava.
Kolektîfa pirtûkfiroşên bajarê Elmanyayê Frankfurtê (Das Frankfurter Buchhandlungskollektiv), li pirtûkfiroşiya bi navê "Land in Sicht (Bejahî xuya bû)" hevkariyek da destpêkirin bi pirtûkxaneya Rodî û Perwîn a li Kobanê re. Ew yekemîn pirtûkxaneya bajêr e ku piştî rizgarkirina Kobanê hat avakirin.
Di vê demê de ku dewleta Tirk bi dagirkirinê gefan dixwe li Rojava û Bakurê Sûriyê, ango êrişa li dijî Şoreşa Rojava evqasî darîçav e, her awayê hevkarî û piştkiriye hêja ye. Di warê çandî de li seranserê dinyayê derdor û kesên vê şoreşê hêjayî piştgiriyê dibînin, hene. Ev şoreş derfetê dide nasnameyên cihê yên çandî, zimanî, dînî, etnîk û eşîrî xwe îfade bikin û bi pêş bixin.
Ji ber wê yekê pirr girîng e ku di vîtrîna pirtûkfiroşiyeke li Frankfurtê de wêneyên gundê jinan JINWAR´ê xuya dike, pê re jî pirtûkxaneya Rodî û Perwîn li Kobanê û pirtûkên li ser Kurdistanê tên nîşandan. Reaksiyona miştiriyên pirtûkfiroşiyê gelekî erênî ev yek nirxandiye, lê ne tenê ew; xelkê ku di ber vîtrînê re dibuhure jî li ber wê disekinin, nexasim ji ber ku xweşik hatiye xemilandin. Ji hinan îro bi xwe jî hem Şoreşa Rojava û hem jî lazimiya parastina wê, ji wan tiştan in ku bi temamî bi wan nizanin.
Piştî DAIŞ´ê roniya Rodî û Perwîn
Gulana 2016´an li Kobanê pirtûkxaneya yekem bi navê Rodî û Perwîn hat vekirin. Ew di heman demê de mekanek e ji bo çalakiyên hunerî, minaqeşe û semîneran. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser, Cihan û Ednan Hesen heta niha bêhtirî hezar pirtûkî berhev kirine. Di nava van de roman, helbest, kurteçîrokên bi Kurdî, pirtûkên li ser dîroka Kurdî, li ser fîlozofî û sosyolojiyê jî hene.
Navê pirtûkxaneyê ji Rodî û Perwîn tê ku her du jî di êrişa 25 Hezrana 2015´an de bi destê DAIŞ´ê hatibûn qetilkirin. Cihan û Ednan Hesen dibêjin, hîna di serdema rejîma Esed de, xewn û xeyala Rodî û Perwînê bû ku Kobanê pirtûkxane û navendeke çandê ya Kurdî hebe. Lê belê ji ber ku beriya ew xewna xwe bikin rastî DAIŞ´ê ew qetil kirin, Cihan û Ednan Hesen bi vî karî rabûne û navê Rodî û Perwînê li pirtûkxaneyê kirne.
Bîrdarî û pirtûkxane
Di komkujiya DAIŞ´ê ya hingê de çete ketin mala Ednan Hesen jî. Ew li malê nebû hingê, wan 11 nefs ji malbata wî qetil kir. Di nava van kesan de xwişka wî Perwîn û zavayê wî Ednan jî hebûn.
Ednan biryar da ku li vê malê bimîne û wê veguherîne bîrdariyeke ji bo komkujiya 25´ê Hezîranê. Roja îro li odeyeke malê resmên endamên malbatê hatine daliqandin, li odeyekê jî pirtûkxane ava kir ku bi rêk û pêk berfireh dike.
Vê serpêhatiya Ednanî tesîr kir li Frankfurter Buchhandlungskollektivê û wê nameyek ji wî re şand û jê re hevkariya xwe da zanîn.
Hevkariya bi Rojava re
Daxwaza destekkirina projeyên li Rojavayê Kurdistanê bi rêya hevkariyeke hem madî û hem jî hizrî roja îro li Elmanyayê di nava gelek înîsiyatîf û komeleyan de xwe dide der. Bi vî rengî dibistanên li Oldenburgê, hevkariyeke dibistanan bi Kobanê re çêkir. Komeleya Hevkariya Bajaran Oldenburg-Efrîn dixwaze danûstandina çandî û civakî xurt bike di navbera şêniyên Oldenburgê û xelkê ji Efrînê de.
Zarokên baxçeyekî zarokan ê li Frankfurtê peywendî danîne bi zarokên li Kobanê re û gelek mînakên din hene.
Axir pirtûkfiroşiya Land im Sicht her kesî vedixwîne ji bo ku li vîtrîna wî binihêrin û sûdê wergirin ji pirtûk û agahdariyên din ên lê hene. Hem belkî hûn tiştinan bikirin û destekê bidin projeyên tên danasîn.
Navnîşana pirtûkfiroşiyê jî ev e:
Buchladen „Land in Sicht“, Rotteckstr. 13, 60316 Frankfurt.
ANF / FRANKFURT