Mehkûmê sal li temenê wî hatibin birîn, bi qasî ku ‘kevirê xwe di ber xwe re berdide’ û zane ku heta dawiya e’mrê xwe dê di hepsê de bimîne, dîsa jî hêviya ku rojekê bikeve ber efûyekê û ji nava çar dîwarên zîndanê derkeve der; cereke din rojê bibîne, li qelavîzka rûne û têkeve temaşeya ezmanê şîn î bilind, di quncikeke dilê xwe de dihewîne.
Hêvî bi qasî ku senedeya jiyanê ye, ew evçend ‘hêz’a xwe li ber girtina berî û piştî rûdanan e, hesta têkoşer a li ser piyan mayînê ye jî.
Gotine, ‘xwediyê sebrê bûye melekê Misrê’!
Ji aliyê sebr û saman û hedariyê ve mirov wekî mar e.
Mar çawakî di binê axa sar û cemîde de bikaribe bisanise û  xwe bi axê xwedî bike, mirov jî bi wext re, wirde wirde fêrî her cûre şert û mercên sext û dijwar ên xwezayî, ên civakî, ên aborî dibe û jiyana xwe berdewam dike.
 Ev ‘ferbûn’ dişibihe ‘kirasguherîn’a mar!
Marê piştî demeke dirêj ji binê axê derdikeve, bi vê guherînê re xwe amedeyî şert mercên nû ên demê, ên hewayê, ên derûdorê dike…
Mirov jî ma ne wisa ye?
Wekî mar  ew jî hima ku havîn tê, kinc û qerpolên ji zivistanî de li ser milan wekî barekî, ji ser xwe navêje?
Lê…lê ku havîn diçe û payîz berê xwe dide zivistanê; dîsa li ‘kiras’ê xwe, li ‘geh’a xwe venagare?
Her geh jîngehek e.
Lê, çawa ku ne mar ne keftar, ne teyr û tilûr, ne jî kêzik û kurmik heta dawiya dawî nikaribin di ‘geh’ ê bijîn; mirov jî li gel jiyîna di ‘geh’ê de berê xwe dide berferehkirin û xweşkirina jîngehê.
Geh ya komeke biçûk(malbatê) be, jîngeh ya civatê ye, ya qewmekî ye.
Na xwe, her jîngeh qetebajahiyek e, welatek e.
Welatê ku li rexekî li ser dinyaya li ser stûrehê ga-masî, bo her qewmî hima bêje hem bihuşt e, hem jî dojeh e!
Ya rast, bihûşt e; bihuşteke ku Xweda di Avesta de û di Zebûrê de bi riya qasidan ragihandiye, ku weletak wekî milk bexşî wan kiriye.
Welatê ku ez niha li serê dijîm jî, wekî axa qewmê Mûsa, li gorî kelimandina Zerdeşt a bi Ahûr re, bexşî komên mirovan, refên teyran û keriyan kiriye, ji wextekî salixdayî de
pahr û pişka pêşiyên min e, û ê min û zarokên min e!
Na xwe; her ax, axa her qewmî  ‘pahrek’ e pîrozwer e. Her ax wekî Mekeh’ê, mîna Quds’ê minewer e.
Lê were, werê lê binere ku ez ê xwedîyê vî milkê ku Ahûr  bexşî wî kirî, li tevî axa xwe, li tevî qewmê xwe duh jî bindest bûm, îro jî bindest im!
Û ez ê bindest digel ku  serdestan ve bir ê û rêbazên dermirovî xwestin min ferî bindestiya min bikin, mixabin ferî jiyaneke bindest nebûm,di her deliveyê de min serî hilda û got ya Xweda!
Ya Xwada, ya Ahûr, ya xwediyê şev û rojê, bi hilatina rojê re rojê dixim kefa destê xwe, bi tîhn û zeraqa wê ya xwedawendî rûwê xwe dişom û dest li ber heyîna te dibestim û dibêjim:
ji dayikê bûm: bindest
li welatekî jiyam bindest
di nava qewmekî de mam bindest!
bindest… bindest… bindest!
kêr giha hestî!
diqîrim, ‘bijî azadî bijî serbestî’!
ya Ahûr, naxwazim bimrim bindest bindest!
A.Arî bindest, bindest, bindest
biqîre, ‘bijî azadî, bijî serbestî’!
naxwazim bimrim bindest bindest!