Welatiyê Êzîdi yê ji gundê Til Ezir yê bi navê Elî Şabo di dema fermanêde, ew jî weke her kesî Êzidî neçar maye ji gundê xwe bireve û berê xwe dide çiyayê Şengalê, da ku karibe malbata xwe xilas bike û ew nekevin destê DAIŞ`ê. Heya niha Elî Şabo li çiyayê Şengalê dijî û dest ji xaka xwe berneda ye.

Elî Şebo çîroka xwe ya fermanê wiha destpê kir: “Em li gundê xwe bûn, seat 02:00’ê şev çeteyên DAIŞ’ê êrîşê herdû gundên (Gundê Sîbayê û Gir Zerik) derdora me kirin. Wê demê em li malên xwe bûn, me dît li ser herdû gunda şere û di wan gundan de berxwedaniyek mezin dihate kirin. Beriya ku zarokên me ji xew rabin, pêşmergên PDK’ê li Şengalê bûn me hiştin nava destê DAIŞ`ê û reviyan.” 

Şabo wiha pêde çû: “Ez nêzîkî 8 roja li Cidalê mam, me biryar girt ku ew jî berê xwe bidin serê çiyê. Dema em bi aliyê çiya ve hatin di rê  de me sê kesî mirî dîtin, ji bê avî û xwarinê mirîbûn. Dema em gihiştîn Serdeşt, gotin PKK`ê rê vekiriye û milet bi wesayitan ber bi Rojava ve dişandin. Lê wê demê gelek xortên Êzidî sileh rakiribû û her kes di nava berxewdanê de bû. Li ser rêya lofan a ku ji bajarê Şengalê dihata çiyê bi dehan xortên me hebûn mewzî girtibûn û ew der diparastin. Li ser dûşkayê ku li cem gerîlayan bû, ala Serok Apo hebû. Ji ber ku şervanê PKK`ê şerker bûn bi sedan xortên me li gel diman û ji wan tecribe hil digirtin. Ez bi xwe li gel komekî bûm, em nêzîkî 70 kesî bûn, em li rexa HPG bûn. Me ciwan û kesên çek jî rakiri alikariya wan dikir.”


ŞENGAL