NÇM: “Heskîf xeleka herî dawî ya vê polîtîkaya rehqelandinê ye. Mihraqên sermayê yên ku Heskîfa dîrokî di bin avê de dihêlin, di heman demê de rûxandineke sosyolojîk û demografîk dikin. Bi çêkirina Bendava Ilisûyê, dixwazin gund û warên jiyanê yên li derdora çemê Dîclê bên valakirin û ew derdor bê mirov bimîne.”
Navenda Çanda Mezopotamya têkildarî talankirina xwezayê û hilweşandina Heskîfê nerazîbûn nîşan da û got, “Li Heskîfê dagirkerî heye. Dixwazin dîrok, çand û axa me tine bikin. Werin em hemû bi hev re lê xwedî derkevin.’ Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî rewşa dawî ya talankirina cihên dîrokî û xwezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser hilweşandina navçeya Heskîfê bi Bendava Ilisûyê.
NÇM´ê got, “Dîroka ku xwe li ser danehevên rabirdûyê û sêwirîneriya paşerojê bi teşe dike, ji bo me Kurdan jî bûyereke jêneger e. Me Kurdan hebûna xwe ya 15 hezar salan a li ser vê axê, di her warê jiyanê de bi keda xwe parastiye. Girîngiya axê, avê, hewayê û bi giştî xwezayê xulaseya vê dîroka me ya 15 hezar salan e. Me ti carî dîroka xwe ji çanda xwe cuda nedît. Çanda me wek perçeyekî heri mezin û girîng ê dîroka me ye, hebûna xwe heta roja îro parastiye û hatiye. Lê belê, polîtîkayên êriş û tinekirinê jî di pêvajoya dîrokî de her ku çû bi pêş ketin û zêdetir bûn.
Dijminê xwezayê Heskîfê difetisîne
Îro li gelek deverên Kurdistanê, cî û deverên me yên çandî û dîrokî, bi destê dijminê xweza û dîrokê tên talankirin. Heskîf jî yek ji wan devera ye. Heskîfa ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salan, li dijî her cure tehdîdên talan û tinekirinê li ber xwe daye û xwe parastiye, îro mixabin bi destê dijminê xwezayê di bin avê de tê hiştin û fetisandin. Ev polîtîkayên rehqelan yên ku berî niha jî li hem dîrok û xwezaya Kurdistanê hatibûn meşandin, di serî de li Dêrsim, Amed, Serhed û Botanê xwe nîşan dabûn.
Heskîf jî xeleka herî dawî ya vê polîtîkaya rehqelandinê ye. Mihraqên sermayê yên ku Heskîfa dîrokî di bin avê de dihêlin, di heman demê de rûxandineke sosyolojîk û demografîk jî dikin. Bi çêkirina Bendava Ilisûyê, tê xwestin ku gund û warên jiyanê yên li derdora çemê Dîclê bên valakirin û ew derdor bê mirov bimîne.
Êrişî civakê û bîra wê dikin
Em baş dizanin ku desthilatdar ji pirr rengîniyê aciz in û her tim çanda madî manewî dikin qurbana berjewendiyên xwe yên ferdî. Divê civakeke ku bi hezaran salan e xwe bi keda destê xwe ava kiriye, bi destê desthilatdaran neyê hilweşandin. Niha li Heskîfê dagirkeriyeke çandî heye û êrişî bibîranînên civakeke pirr reng dikin û tine dikin. Di vir de armanc ne tenê qirrkirineke çandî û dîrokî ye di heman demê de tinekirina bîra civakî jî tê plankirin.
Em vê hişmendiyê ji Xelfetiya Rihayê ya ku di encama bendavê de çandeke qedîm di bin ave de hiştin, ji Munzura Dêrsimê ku dixwazin bi bendavan bifetisînin, ji xerakirina peykerê Ehmedê Xanî, ji rakirina peykerê Oxirê 12 salî ku bi 13 guleyan qetil kirin, baş nas dikin. Bila serwer baş zanibin ku dîrok wê hesabê ve talanê ji wan bipirsê.
Di ve çerçoveyê de em bangawaziyê li hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetvan, civaknas, hiqûqnas û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku demildest zend û bendan vemalin û rê li ber vê qirrkirina çandî û dîrokî bigirin.
Em gazî gel jî dikin ku bi hêzeke mezin li çanda xwe xwedî derkeve, ji ber ku em çiqasî li çanda xwe xwedî derkevin û biparêzin, em ewqasî hene.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Muzeya Louvre qîrîna Heskîfê
Hunermend ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne ketine Muzeya Louvre û hunera xwe nîşan dan. Muzeya Louvre ya li Parîsê li bajêr navenda herî mezin a navenda hunerê ye. Wênesaz û Rojnamevan Zehra Dogan, Hunermend Armanca Kerboranî, Hunermend Thomas Lamouroux û Aurêlie Gerardin tevî Wênekêş Sadik Çelik ji bo balê bikşînin ser Heskîfê li ber muzeyê kom bûn.
“Heskîfê rizgar bike”
Hunermendan stranên bi Kurdî gotin û li ser bedena xwe “Heskêfê rizgar bike” nivîsandin û li nav kesên ku hatibûn serdana Heskîfê geriyan. Peywirdarên muzeyê dor li hunermendan girtin. Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan.
Hunermendan anîn ziman ku divê li dijî hilweşandina dîrokê UNESCO û Muzeya Louvre bêdeng nemîne. Gelek kesan li çalakiyê temaşe kirin. Çalakiyê bala ragihandina franseyê jî kişand.
Çalakî bi lîlandina hunermendan bi dawî bû.
JINNEWS / PARÎS