Gelek caran dema em rastî heywan yan jî dehbeyekî mezin tên, em bi tesîra wê dixwazin ji her kesî re behsa wê bikin. Ji xwe gelek çîrokên bi, “Got, min marek dît 10 gavan dirêj bû” dest pê dikin û “heta ku li xişxişê sekinî ji ya xwe hat xwarê” bi dawî dibin jî ji ber vê hene.
Noqînerekî bi navê Danile Aplin, li Zelandaya Nû, li peravên başûr ên bi navê Wellingtonê dema ku dixwest bi rima avê masiyan bigire, rasta axtepotekî dêw hat, lê axtepot mirî bû. Dirêjahiya wê 4.2 metro bû û li ber wî xwe dirêj dike û resma wê digire. Ango dema ew meseleya xwe li civatan bibêje, wê kes wî li derewê neqelibîne û ew ê jî ji ya xwe danekeve xişxişê. Hasil jixwe dema wêneyê xwe nîşanê civakê dan wê dengên hahoy, wey, errrrrik li nav hev bikevin.
Aplin dibêje, piştî ku wî sehtî li bedena axtepotî kiriye, dîtiye ku ti birrîna kuştinê li ser nîne, û şansê wî heye ku heta hingê ti heywanan ew ji xwe re nekiriye ti şîv.
WELLINGTON