Ya xwe bire serî
Aysel Borak tevî ku malbata wê nedixwest û nedihişt jî, berê xwe da muzîkê. Ew hem çû kursên NÇM´a Stenbolê û hem jî li konservatuarê bi muzîkê mijûl bû. Gîtara xwe ya serê pêşî bi dizî dibire malê jî rojekê eşkere bir û ji ya xwe nehat xwarê.
Aysel Borak ji zarokatiya xwe ve ji muzîkê hez dike, lê her tim malbatê ew asteng kiriye. Aysel dîsa li pey xeyalên xwe çûye û dest ji wan bernedaye. Aysel xwe fêrî înstrumana gîtarê dike. Ji bo vê jî ji malbata xwe bi dizî diçe kursên NÇM´ê. Di dawiyê de rojekê muzîkjeniya xwe ji malbata xwe re eşkere dike. Malbat nexwaze jî, ew ji ya xwe nayê xwarê û ya xwe dibe serî.
Malbata Ayselê ji ber zextên dewletê û şewitandina gundên wan, ji Colemêrgê koçî Wanê kiriye û piştre jî neçar maye li Stenbolê bi cih bibe. Aysel li wir di 10 saliya xwe de beşdarî koroya zarokan a NÇM’ê dibe û rêwitiya wê ya muzîkê wisa dest pê dike. Aysel piştî lîseyê beşdarî Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Stenbolê dibe û 10 salan bi muzîkê re mijûl dibe. Aysel ji bo hingê dibêje, “Ji ber ku ez jin bûm, gelek zehmetî ji min re çêbûn. Dayika min ji malbateke mezin dihat. Her tim digotin, ‘jin stranan nabêjin, ne li gorî eşîra me ye, em zarokên axa ne, neviyên axa ne’. Min li dijî dayik û 7 birayên xwe li ber xwe da. Ji ber ku wisa fêrî dayika min û birayê min kiribûn.”
Rojekê ez bi gîtara xwe çûm malê
Aysel Borak dibêje, tiştên hatine serê wê, dişibin yên hatine serê Ayşe Şanê: “Hevalên min dibêjin, tu Eyşe Şana sedsala 21’ê yî. Ez ji malbata xwe bi dizî, çûm kursên NÇM’ê. Min xerciyên xwe yên ji bo dibistanê kom kirin û gîtarek kirrî. Min bi dizî gîtar dibir malê. Min lênûska muzîkê vedişart. Demeke dirêj wisa derbas bû. Piştre min dît ku wisa nabe, ez rojekê bi gîtara xwe çûm hundir. Bêguman nexwestin. Gotin ne li gorî te ye, guneh e. Lê li dijî têkoşîna min, tiştek nekirin.”
Ji bo çand û muzîka Kurdî
Aysel her wiha dibêje, ji malbatê yên piştgirî dane wê jî hebûne: “Malbat bandoreke mezin e. Min dizanibû ku tişta ez dikim, bi nirx e. Çanda Kurdî, muzîka Kurdî ji bo min girîng e. Divê em ji bo muzîka Kurdî li her derê bixebitin. Divê em li her warî bin.” JINNEWS/WAN