“Şahidên dîrokeke zindî bi xwe li ser mijarê diaxivin. Komar xwedî rêbazeke Kurdistanî bûye û hatina Kurdên çar parên welat jî vê rastiyê beyan dikin. Ew xeteke sor bi ser îdayên wan kesan dikişînin ku dibêjin, komar bi îradeya Kurdan ava nebûye.”

Nivîskar Kakşar Oremar bi pirtûka “Yadîgarên Komara Kurdîstan a Sala 1946’an-1”  nivîsî û Weşanên Sîtav ew weşand. Kakşar Oremar di lêkolîna xwe de bi gelek şahidan re peyiviye û gelek hûrgiliyên wê tecrûbeyê nivîsandine, gelek wêne û belge jî ji bo lêkolîna xwe bi kar anîne. Ew careke din dibêje, binavkirina komarê weke ya Mehabadê şaş e û dixwaze ew nav neyê bikaranîn û navê komarê yê eslî, yanî “Komaraya Kurdîstane” bê hildan. Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen bi Kakşar Oremar re li ser kitabê û lêkolînên wî yên li ser Komara Kurdistanê peyiviye.

   

Kakşar Oremar li ser karê xwe dibêje, “Ji sala 1993’an ve ez li ser vê projê xebitîme, lê dema li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûm derfetên belavkirina wan tinebû û xebatên li ser mijara Komara Kurdistanê jî weke tabûyekê bûn. Yanî di mijara ku girêdayî ´pirsa Kurd´ be hem rejîma Pehlewî û hem jî ya Îranê ku melayan îdara wê dagîrkiribûn, cudatî tinebûye. Mijara komarê çîroka malbata me ye jî, çimkî bapîrê min û babe min her du jî pêşmergeyên Komara Kurdistanê bûn. Piştre bapîrê min di rêvîngiya bi nemir Mistefa Barzanî re birîndar bûbû û sala 1948’an li Taşkendê şehîd bû. Bavê min hingî 16-17 salî bû û ew evîna ji doza Kurdistan, fedakariyên Pêşewa Qazî, Mistefa Barzanî û berdewamiya wê rêbazê weke wesiyet û daxwaza yekê tim bi bîra me dianî. Ez di nava vegotin, bîranîn û axaftinên babê xwe û hinek pêşmergeyên din yên serdema komarê de mezin bûm.

Wêne û belgeyên demê

Min hevpeyvîna yekê li ser mijara komarê tevî babê xwe yê ezîz çêkir, kesê ku heta behsa hemû rojên komarê li Mehabad, Urmiye, Şino û Neqedê jî dikir. Piştre Mîna Qazî, Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî û wekî din jî ew kes bûn ku min tevî wan gotûbêj kirin. Min xwest ez karekî bikim ku lîstikvanên wê dîrokê, şoreşgerên doza ku Îraniya li dijî xwe bi nav dikir, behsa rastiyan ji me re bikin: Gelo Qazî Mihemed sîxûrê Rûsa bû? Gelo Mele Mistefa casûsê Ingilîza bû? Gelo Simko bi teşwîqa Inglîzan li dijî Îranê serî hildabû? Daxwazên Kurdan ku wan rêberên fedakar jê re pêşengî kiribûn, çi bûn?”

Ka wî di warê belgeyan û analîzan de çi kiriye jî ew wiha behsa wê dike: “Analîz jî li hey xwendina hezaran rûpel nivîsên li ser mijara dîroka Kurdistanê û têbîniyên li ser wan hevpeyvîna çêbûn ku min bi xwe amade kirine. Ez ji zarotiyê ve evîndarê komkirina arşîvê me û li her dera ku min hevpeyvînek amade kiriye, min daxwaza arşîvê jî kiriye. Her wêneyekî weke dokumentekê bi serê xwe dehan peyam tê de hene. Ew evîn babê minê zana û dîrokzan hingî xiste nava rih û canê min. Jiyana min û hezaran kesên din wiha girêdayî vê doza pîroz ma û nabe ku daxwazên wan yên nîvcomayî bêencam bimînin.”

   

Şahid bi xwe dipeyivin 

Ji bo wî taybetmendiya vê kitêbê ew e ku encama dîroka di bîra zindiyan de ye: “Şahidên dîrokeke zindî bi xwe li ser mijarê diaxivin. Ew xeteke sor bi ser îdayên wan kesan dikişînin ku dibêjin, komar bi îradeya Kurdan ava nebûye. Komar xwedî rêbazeke Kurdistanî bûye û hatina Kurdên çar parên welat jî vê rastiyê beyan dikin, lê Îranî dibêjin, sînorên komarê biçûk bûn, lê nabêjin ka sînorên wê yên meinewî heya roja îro jî ji hişê civaka Kurd derneketine û bi hêviyên Qazî dijîn.

Kurdek bi xwendina wan hevpeyvîn û analîzên li ser rûpelekî zêrîn yên dîroka xwe ya azadîxwaziyê yê hem bêhtir xwe binase û hem jî êdî baweriya wî bi derew, berevajîkirina rastiyên dîroka têkoşîna Kurd û siyasetên dewletên dagîrker nayê. Li aliyê din jî kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye çêkirin wezîr û birêveberên komarê bûn. Ji nêz ve her tişt dîtine. Ew di çavê gel de jî kesên pirr xwedî rêz û cihê baweriyê bûn. Mîna Qazî seroka yekîtiya jinan bû ku cara yekê li rojhilatê Kurdistanê hatibû damezirandin, Menaf Kerîmî wezîrê perwerdê, Dr Şemzînî xwendevanê serdema komarê, babê min pêşmerge û şervanê wê demê û wekî din bûn. Êdî çi ji vê xweştir heye ku em bi xwe dîroka xwe binivîsin? Çawa kesekî weke William Egelton ji aliyê din ê dine tê Kurdistanê û dikare li ser komarê û dîroka Kurdan binivîse û herkes ji nêrînên wî bawer bike, lê baweriyê bi wan kesan neîne ku serûkaniya pirtûka W. Egelton bûne? Tabetmendiyeke din jî ew e ku ev dîroka me devkî û hemû rastiyên nebihîstî bi belge tê de hene.”

Du bergên din jî tên amadekirin

Ji bo cudahiyên sala 1946´an û roja me ya îro Kakşar Oremar dibêje, “Wan salan şerê cihanî yê duyê hebû, lê di 74 salên bihûrî de gelek derfetên baştir ji Kurdan re hatin pêş, bes sûd ji wan nehate wergirtin. Roja îro tenê para ku li pey rêbaza Qazî û komarê ye Rojavayê Kurdistanê ye. Wan bêtir ji bakur û başûr sûd ji derfetên hatine pêş, sûd wergirt û sîstemeke demokratîk ava kir ku hemû cihan behsa wê dike. Îro roja peywendiyên berfireh bi rêya torên civakî û sedan îmkanên dinê, lê di wan salan de çapkirina rûpelê daxûyaniyekê pêwîstî bi çend rojan kar û xebatê hebû. Wan salan dijmin weke îro xwedî îmkan nebûn, lê Kurdan îmkanên herî biçûk bi kar dianîn ku qedera xwe ya siyasî bigûherînin, lê îro wiha nîne û rêbaza hemû partiyên siyasî ji hev cuda ye, îcar yê çawa behsa yekîtiya netewî bikin?! Di rûpelên pirtûka min de bersivên zêdetir ji bo vê pirsa we hene.”

Kakşar Oremar wekî din dibêje, bi rtemamî kitêb 3 berg in û ew hewl dide ku her du bergên mayî beriya salroja damezrandina Komarê ya sala bê de karibin bên weşandin. Di van bergan de jî ew cih dide hevpeyvînên bi kesayetiyên din re yên weke pêşmerge û karbidestên komarê.