Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê li dijî tecrîdê daye destpêkirin, di roja 29´an de bi koma 14´an dewam dike. Her wiha endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê, Nasir Yagiz jî ev 29 roj in bêdem û nedorveger di çalakiyê de ye. Sazî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriyê didin çalakgerên greva birçîbûnê.
Îradeya min xurt e
Çalakiya bêdem û nedorveger a endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz jî di roja xwe ya 29’an de dewam dike. Yagiz der barê armanca çalakiya xwe de axivî û got, “Heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe, ez ê çalakiya xwe dewam bikim. Hinek pirsgirêkên biçûk yên tenduristiyê hene, lê îradeya min xurt e û ez bi biryar im ku heta ez negihêjim armanca xwe ez ê dest ji çalakiya xwe bernedim.”
Yagiz Nasir bang li rêxistinên mafên mirovan yên Ewrûpayê jî kir daku li dijî tecrîdê helwêsta xwe nîşan bidin û guh bidin daxwezên Kurdan.
Heta 28’ê Kanûnê wê bidome
Greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê jî li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê dest pê kiriye û di roja 6’an de didome.
Koma sêyan bi dirûşmeya, “Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin” çalakiya xwe dewam dike. Çalakiya Kurdistaniyan wê heta 28’ê Kanûnê dewam bike.
ROJNEWS/HEWLÊR