Hevserokên Giştî yên YAK-DER’ê Kerem Ay û Sureyya Yilmaz armanca avasaziya komeleyê anîn ziman. Kerem Ay anî ziman ku li gorî lêkolînên ku li Îzmîrê kirine, ji 470 malbatên xwe gihandine, 350 malbat aqûbeta zarokên xwe nizanin. Kerem Ay diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletê yên kûrkirina pirsgirêka kurd bi hezaran kesî jiyana xwe jidest dan û got; “Malbatên kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin bê rêxistinbûn bûn. Lewma nedikarîn xwe bigihînin aqûbeta zarokên xwe. Ji bo ku em malbatên windayan bigihînin hev û rêxistina wan saz bikin me YAK-DER ava kir.” Ay anî ziman ku ew ê li bajarên herêma Egeyê şaxên komeleyê vekin û ji bo winda bên tespîtkirin bankaya DNA’yê saz bikin. Dayîk divê ji êşa hev fêm bikin Hevseroka YAK-DER’ê Sureyya Yilmaz jî diyar kir ku çapemeniya tirk gotinên dayîkên zarokên xwe di şer de winda dikin berovajî dike û wiha axivî: “Me jî wekî wan zarok û xizmên xwe winda kirin. Lewma em êşên dayîk dijîn baş fêm dikin. Çi tirk be û çi jî kurd be rengê wî çi dibe bila bibe em di navbera dayîkan de cudakariyê nakin. Em dixwazin dayîkên tirk xwe bixin şûna me û ew jî me fêm bikin. Bila werin em bi hev re li dijî vî şerî rawestin. Deriyê me ji bo hemû dayîkên ku bi êş û jana vî şerî re rû bi rû maye vekirî ye.”
DİHA/ÎZMÎR