Di 79. salvegera qirkirina Dêrsimê de, li Parlamena Tirkiyê, Çerxa Şoreşê hate xwendin. Têkçûna Bizansê ye, Qesra Erdogan lê teng dibe.

Parlamenterên HDPê, slogana Mehmet Tunç bi qîrin gotin… Bûne bersiva Seyit Riza, "Ewlade Kerbelayimê, bê gunayimê, ayibo, zulimo, cinayeta". Çerxa Şoreşê darizandina faşîzma "cinayeta" ne. 

Çerxa Şoreşê, bicihanîna qewêtiya Şêx Seîd e… Aîdiyeta Kurd e û berteref kirina "hassasiyeta ligel "Ereb û Tirk"an e… Hassasiyeta ligel Ereban Îslam bû, hassasiyeta ligel Tirkan jî cîrantî bû! 

Her du aliyan jî, ev hassasiyet bi xwîn kirin, bi kefenê reş di gorên betonî û enfalê de tune kirin.

Qirkirina Dêrsimê, yek ji qirkirinên li Kurdistanê ye, wek hemû qirkirinan bi xwîn e, derman nebûye… Li Kurdistanê qirkirin dewam dikin û xwîn diherike. 

Balkêş e, Tirkiye hê jî di sala 1915´an de ye… Bi Osmancîtiyê radibe, slogana Ittîhadiyan dibêje. Ev jî qirkirin e. Erdogan mirovê serdema navîn e, tirsonek e. Çavkaniya ehmeqîzmê ye, civak kiriye keriyê pez. Qesr,bûye çavkaniya nexweşiyan; wek çeteyên DAIŞ´ê û El Nusra, nexweşiyan belav dike. Formulekirina paşerojên AKPê û Erdogan êdî diyar e. 

Yan parçebûn, yan jî demokrasî…

Yan azadiya Ocalan û stastuya Kurdistanê, yan jî parçebûn… 

Navê pêvejoya piştî "Çerxa Şoreşê" ye û navê formulekirinê ye. Têkoşîna Gelê Kurd û projeya Birêz Ocalan, faşîzma AKP´ê têk bir. Têkçûna Bîzansê dest pê kiriye.

Şer, xerabî ye, êş e, mirin û wêrankirin e. Di vî şerê bêbext û komploker de AKP û Qesra Erdogan difetisin. Erdogan, ji xewê ditirsê, ranaze, şev tijî têba ye, roj jî tijî "edra kronîk" e. Lê şiyar jî xewnan dibîne… Mirovekî xeşîm e, naxwîne, bi xeyalên ecdadên Osmanî dijî! Dermanê rizgarbûna ji xewn û xeyalên têr têbayî, xwendina pirtûkên edebî ye. Divê Camus, Sartre, Sholokhov û hwd. bixwîne, wê hinekî şiyar bibe û ji xewnên têbayî rizgar bibe. 

Di destpêka meha Gulanê de, Qesr û Serfermandariya Artêşa Tirk hejiyan. Piştî derbên hêzên gerîla, Erdogan çû serdana kontrayên komando. Ev hêvî, ne nû ye, berî niha hêviya Erdogan DAIŞ, Ehrar El Şam, Sultan Murad û El Nusra bûn… Piştî eskerên bi pere encam nedan, hêviya Erdogan bû komando-kontra. Hêzên ku çil sal in kezebqetandî-ziravqetandî bûne… 

Fuzeyên li Kilîsê dikevin jî, têkçûna Bizansê ye. MHP di faşîzmê de fetisî. AKPe jî diheje û derza di avaniya bi balkon de fereh dibe. Nêzîk wê biçe kongreyê. Kursî ji bin ehmeq Prof. kişandin.

Çûkê dewletê di destê Pat-î Erdogan de ye, wek siltan tiliya xwe bi kê ve bike, ew ê li ser kursî rûne. Ehmeqî jî li Tirkiyeyê zêde zêde bûye û wek nexweşiyê belav dibe. Ehmeqî, keriyê pez e û ji hişmendiyê dûr e. Civaka felcbûyî ye… Encama 14 salan û desthilatdariya AKPê, ehmeqbûn e!

Demokrasiya li Tirkiyeyê seqet, kuloke û xelcoyî bû, AKP ev demokrasiya ne-demokrasî, kodîfiye kir. Ne di aliyê rêkûpêkiyê de, di aliyê davik û xefkê de. Etîmolojiya kodîfiye du ne, aliyê ne baş bûye şûrê Erdogan. 

CHP di nava şeş tîran de, destê Hîtler dirêj kir û Kew Kemal bû "sakiyê Meyxoş Erdogan"… 

Yanî, kemalîstan xiyanet bi kemalîzmê re kir, îslamîstan xiyanet bi îslamîstan re kir, nijadperestan xiyanet bi nijada Tirk re kir. Xiyanet têkçûn e, mirin e! 

Wek Kurdên bûne "metres"ên Erdogan, hemû mirî ne. Hedonîstî jî li bejna wan nayê. Berê digotin, Enqere metresa Qutsê-Îsraîl e, îro dibêjin Hewlêr bûye metresa Enqerê! Lê metresên taybet ên Erdogan li Bakurê Kurdistanê, Kurdên hedonîst in, kêf û xweşiya ji metresbûnê ye. 

Erdoganê ku bi zat-i şahaneyî siltanetiyê meyxwoş dibe, Tirkiye kire dewleteke tampon. Lê meyxoş Erdogan, dixwaze Bakurê Kurdistanê bike tampon. Formulasyoneke parawan e. AKP û Erdogan çiqasî bi restorekirina “dergah”cîtiyê serî li lîstik, derew û teşqeleyan bidin jî, Çerxa Şoreşê li hemberî hemûyan mertal e. Têkçûnê dest pê kiriye!... 

Peymana li ser penaberan bi YE re hem şantaj e, hem komplo ye… Komploker tev ji barbariyetê, ji vandalîzmê tên. Komploya navneteweyî barbarîzm, vandalîzm û korsanîzm bû… Neçû serî, komploya Erdogan û dîktatoriya AKP´ê jî wê neçe serî. 

AKP û Erdogan, restorekirina “dergah”cîtiyê dikin, metresên Kurd dibîne û dixwaze bibe fatihê Kurdistanê; lê bi vî mêjiyî, ne demokrasî tê, ne serketin… 

Wellahî û Tillehî, bi nave Xwedayê Mezin û Yezdan-î pakî dilovan, têkçûnê teqeze û misoger dike!...