Li bajarê Elmanya Frankfurtê şanoya nivîskarê Emerîkî Eugene O’Neiil a bi navê “Der Haarige Affe (The Hairy Ape-Memûnê bi pirç)” bi werger û lihevanîna Clemens Meyer li Schauspiel Frankfurt roja înî û şemiyê derket pêşberî hezkiriyên şanoyê.
Der Haarige Affe rexneyekê li sîstema robotkirin û metakirina insanan digire. Şano behsa Yank dike di keştiyeke mezin de wekî kalorîfervan kar dike. Yank ê ku ji halê xwe razî û bi şixulkeriya xwe serbilind e, ji pitepit û giliyên hevalên xwe jî aciz e ku her tim şîreta kar û xebatê li wan dike. Keştiya ku metafora kapîtalîzmê ye li qata herî jêr karker hene ku tavê jî nabînin û ji fonksiyonekê wêdetir ne tiştek in. Rojekê, Mildred ku keça milyonerekî ye dadikeve qata jêr a cihê karkeran. Gava ji derencê dadikeve, çav bi Yank dikeve û li cihê xwe dicemide û peyva “Der Haarige Affe (Memûnê bi pirç)” ji devê wê derdikeve. Li wir mirov dikare bibêje rashatina sermiyan û ked, reş û spî, delalî û bêmirêsiyê ye û jixwe mifteya şanoyê jî ew der e. Piştî vê peyva hanê, Yank li ber xwe dikeve û dev ji her tiştî berdide. Piştre em Yank di nav qafesekê de bi gorîlekî re dibînin ku pê re dikeve rêwitiyeke rabirdûyê. Şanonameya 100 sal berê hatî nivisandin her çendî behsa dewra bipêşketina pîşesaziyê bike jî rastiya îro jî berpêş dike.
Kêm insan wê serwext bibin
Eugene O’Neiil ê xelata Nobelê û çar caran jî xelata Pulitzerê wergirtiye ji bo karektera Yank dibêje: “Yank tu bi xwe yî û ew ez bi xwe me. Ew bi şiklekî esasê insanan e. Lê wer xuya ye ku kêm insan li vê ser wext dibin. Dibe ku li ser wî binivîsin û bibêjin, ´Ew zilamê hanê çiqas rast û heqîqî ye.´ Lê belê kes wê nebêje: ´Yank ez bi xwe me, eza min bixwe ye.´”
Şanoya Der Haarige Affe bi rejiya Thomas Dannemann heta serê meha 11´an jî wê li dika Schauspiel Frankfurtê be.
FRANKFURT