Rojiya Mernuwî
Bawermendên ola Yarsan ku yek ji olên qedîm yê kurde, 3 roj piştî rojiya ku jê re tê gotin, rojiya mernuwî cejna Xawênkar pîroz dikin. Rojiya mernuwî, ango meha nû, her sal ji duwazdeh heta bi çardehê çileya zivistanê dewam dike û piştre şahî û pîrozbahî pêk tên. Çavkaniya rojiya mernuwî, diçe rêwîtî û koça Sultan Îsheq û 3 hevalên wî ya ber bi gundê Şêxan yê li Başûrê Kurdistanê ve. Li gor gotinê, piştî ku birayê Sultan Îsheq, bi navtêdana fermandeyê eşîra Çîçek li Berzenc, li hember wî serî radike Sultan Îsheq diçe herêmê.
Cem dikin û sitran dibêjin
Di dema şer û pevçûnan de Sultan Îsheq û hevalên wî, 3 rojan di şikeftekê de asê, bê nan û bê av dimînin. Lê piştî sê rojan, herêm di nav tofan û bablîsokek mezin de dimîne, leşkerên eşîreta Çîçek belav dibin û Sultan Îsheq û hevalên xwe bi vî awayî rizgar dibin. Li ser vî esasî, bawermendên ola Yarsan her sal di vê demê de, wekî sembola 3 rojên di şikeftê de, rojî digrin û piştre dikin cejn. Di roja cejna Xawênkar de, li ber dengê tembûr û defê cem li dar dikeve, stran têne gotin.
Îsal jî di demekê de ku cejna Xawênkar tê pîroz kirin, dewleta Îranê zext û cihêkariya li dijî kurdên Yarsan didomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN