Di merasîma bîranînê de ku portreya Yaşar Kemal li gel pirtûkên wî yên bi Kurdî û Tirkî li maseyê hat bicihkirin û find li ber hatin pêxistin de, nivîskar û hunermendên Swêdî û Kurdistanî axivîn, beşên ji berhemên Kemal xwendin û bîranînên xwe yên bi wî re bi beşdaran re parve kirin. Di merasîma bîranînê de nivîskar Tomas Bolme, Şefê Çandê yê Rojnameya Expressen Gunilla Brodrej, nivîskarê Kurd Omer Şeymûs, Hunermendên Kurd Ozz Nûjen, Kemal Gorgu û Serpîl Înanç axivîn. Gelek nivîskarên Swêdî, Kurd û Îranî yên endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêdî û PEN'ê di merasîmê de cih girtin.
STOCKHOLM