Fermandariyê ragihand ku pêr çeteyên DAIŞ’ê ji şeş aliyan ve saet 04.30´an bi awayekî berfireh êrişî gundê Medîbanê û geliyê Şîlo kirin. Fermandariyê diyar kir ku çeteyan bi wesayîtên bombebarkirî êrişî Medîbanê kirin û şervanên YBŞ/YJŞ’ê ev êriş bêbandor kirin.
Di daxuyaniya YBŞ’ê de weha hate gotin: “Ji Sikiniyê heta Medîbanê ji 6 aliyan ve çeteyan xwest bikevin nava Geliyê Şîlo û çiyê. Lê şervanan bi berxwedana mezin bersiv da û ev êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin. Li çend çeperan şerekî dijwar rû da. Heta nîvrojê ev êriş hatin şikandin. Li hinek cihan jî şer heta êvarê dewam kir. Êrîşên çeteyan ên li her 6 aliyan hatin şikandin. Di vî şerî de bi qismî şervanên HPG/YJA STAR'ê û balafirên koalîsyonê alîkariya YBŞ’ê kir. Gundê Medîbanê û Geliyê Şehîdan xeteke stratekîj a parastina Bakurê Çiyayê Şengalê ye.
Weke Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ji bo alikariya wan em spasiya wan hêzan dikin.”
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê da xuyakirin ku di encama şer de 18 çete hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne û weha dewam kir: “Her weha ji van kuştiyan cenazeyên 8 çeteyan di destê hêzên me de ne. Di encama êrişa balafiran de jî gelek çete hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin."
Çek û cebilxane hatin desteserkirin
YBŞ’ê daxuyakirin ku di encama şer de 5 kleş, 1 BCK, 1 B-7, 1 M16, demanceyek, cihazeke bêtêl, kamerayek, 5 çente, gelek roket, bombe û fîşekên cûr bi cûr hatine destserkirin û her wiha dozereke zirxî, doşkayeke 12.5 mm jî hatin rûxandin.
‘2 hevalên me şehîd bûn’
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihand ku hevalên wan Elî Selim yê bi nasnav Elî Salim Mahayer yê ji Rebîa û Îsmaîl Mihemed bi nasnav Xwînrêj Dozwan ê ji Kobanê, jiyana xwe ji dest dane. Fermadariyê her wiha ragihand ku du hevalên wan jî bi awayekî sivik birîndar bûne.
ANF/ŞENGAL