Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ´ê Zerdeşt Şengalî sala 2014’an ji bo Kurdan û civaka Êzidî nirxand û destnîşan kir, ku ev sal ji bo wan hem bûye saleke komkujiyê hem jî sala berxwedanê. Şengalî bersiv da pirsên ANF’ê.

Sala 2014’an çawa derbas bû?

Ez di serî de sala nû li Rêber Apo, gelê Kurd, civaka Êzîdî û şervanên îro di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikim. Sala 2014’an ji bo gelê Kurd û bi taybet civaka Êzîdî bi komkujî û xwînê derbas bû. Li gel vê bingeheke hêza berxwedanê ya mezin ji bo civaka Êzîdî da avakirin. Dema çeteyên DAIŞ’ê Mûsil dagirkirin, me wek civaka Êzîdî dizanîbû wê çete berê xwe bidin Şengalê, warê pîroz ê Êzdîxan. Ji ber Şengal di aliyê dîrokî û erdnîgarî de xwedî girîngiyekê ye, me zanibû ku wê çete bên ser Şengalê. Me ji bo vê gelek caran wek civaka Êzîdî bang li hêzên leşkerî û siyasî yên Kurdistanî kir da ku vê rewşa me li ber çavan re derbas bikin. Lê belê biraderên me PDK û pêşmergeyên wê destûr nedan hêzeke din a siyasî û leşkerî xwe li Şengalê rêxistin bike.

Piştî vê rewşê we çi kir?

YBŞ ku li hember vê komkujiyê derket, ji bo ji êş û û qîrîna civaka Êzîdî bibe bersiv hat avakirin. Berê jî amadekariyên me yên ji bo avakirina YBŞ’ê hebûn. Lê belê derfet nebûn em bikin rêxistin û ava bikin. YBŞ, di şert û mercekî awarte de hat avakirin û di nav têkoşînê de têkoşîn da, di nav berxwedanê de berxwedan kir. Komkujî dihat YBŞ’ê jî parastin dikir. Lewma girîngiyeke dîrokî û mezin a YBŞ’ê heye. Sala 2014’an ji bo civaka Êzîdî, Kobanê xwedî xemgîniyekê bû. Li gel vê wek gelê Kurd me ji tevayî cîhanê re da nîşandan ku em wek gelê Kurd aştîxwaz in û em ji bo mafê xwe yê demokratîk têdikoşin. Îro  em gihiştin merheleya ku em Şengalê rizgar bikin û me qismekî wê jî rizgar kiriye.

2015 wê bi xwe re çi bîne, taybet ji bo Êzîdiyan?

Sala 2015’an ji bo civaka Êzîdî wê bibe sala azadkirina Şengalê, bihêzkirina YBŞ’ê û avakirina xweseriya demokratîk. Gelekî ku di dîrokê de timî rastî komkujiyan hatiye. Civaka Êzîdî ku ti carî teslîmî şaristaniya navendî, hêzên hegemonîk ên herêmî nebûye, timî li hember şovenîzma Ereb, Fars û Tirk li ber xwe daye. Îro jî civaka Êzîdî li ser vê axê wê li ber xwe bide. Wê civaka Êzîdî hebûna xwe ya xwezayî ya ji çanda wî tê, girêdayî be. Wê Xweseriya xwe ya demokratîk ragihîne. Xweseriya demokratîk jî mafekî rewa yê hemû gelan e û taybet ê civaka Êzîdî ye. Ji bo careke din komkujî pêk neyê, li hember her cure êrişan ev gel wê xwe biparêze.

Hun parastinê çawa ravedikin?

Parastin xwe rêxistinkirin e. Xwerêxistinkirin jî xweseriyê dixwaze. Ji bo rêxistin û hêzê xweserî pêwîst e. Bi xweseriyê emê ji Iraq an jî Başûr qut bibin? Na tiştekî wiha nîne. Wê xweseriya Êzîdiyan jî di çarçoveya qanûnên navxweyî yên herêma Kurdistan û Iraqê de be. Mafekî wiha di destûra Bingehîn a Iraqê de heye. Lewma em dibêjin wê sala 2015’an hêviya civaka Êzîdî ya bi salan pêk bîne. Ev hêviya bi salan a bi hesreta azadî, xweserî û bi hev re jiyana gelê herêmê re bangawazîya civaka Êzîdî bû. Di sala 2015’an de wê berxwedana YBŞ’ê hê zêdetir xurt bibe.

Banga we ji bo ciwanên Êzîdî çi ye?

Girîngiya YBŞ’ê eve ku her kesî Şengal berda, lê YBŞ hebûna xwe ava kir û şîn bû. Lewma YBŞ çi qasî mezin bibe û bi hêz bibe, ewqasî Êzdayetî xurt dibe. Ewqas Kurdistan xurt dibe. Îradeya gelê herêmê wê pêş bikeve. Lewma em bang li gelên herêmê û civaka Êzîdî dikin ku hêz bidin YBŞ’ê. Banga min ji keç û xortên Êzîdî re eve ku werin tevlî YBŞ´ê bibin. Ji ber YBŞ di nav berxwedanê de çêbû. YBŞ hebûna sereke ya parastina civaka Êzîdî ye. YBŞ hêza bingehîn a Şengalê ye. Divê her kes li berxwedana YBŞ û têkoşîna wê xwedî derkeve. Kî li ku derê be bila bibe, di aliyê, tevlîbûn, siyaset, madî û manewî de em dixwazin piştgiriyê bidin xurtkirina YBŞ’ê. 

ANF/ŞENGAL