Tevlîbûna ciwanên Êzidî ya nav refên hêza parastina cewherî ya gelê Şengalê YBŞ’ê dewam dike. Sîh û du ciwanên Êzidî yên ku ji Akademiya Derwêşê Evdî ya girêdayî YBŞ’ê mezûn bûn, bi merasîmekê tevlî nav refên YBŞ’ê bûn. Di merasîma mezûnbûnê de ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Zagros, ji fermandarên YBŞ´ê Çekdar Şengal û Hevserokê TEVDA’yê Omer Salih Îbrahîm amade bûn.

Di merasîmê de fermandara YJŞ’ê Axîn Zagros axivî, şervanên ji Dewreya Şehîd Bêrîvan a girêdayî Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûyî, pîroz kir. Zagros diyar kir ku gelê Kurd di serdemeke dîrokî re derbas dibe û got, ev pêvajo hem ji bo Kurdistanê û hem ji bo Rojhilata Navîn girîng e.


'Hûn şervanên Şengalê ne'

Her wiha Hevserokê TEVDA’yê Omer Salih Îbrahîm jî di axaftina xwe de got, “Li hemû cihan xwe digihînin me û kêfxweşiya xwe tînin ziman. Gelê me yê ji derveyî Şengalê, dixwaze kêliyekê beriya kêliyekê vegere Şengalê. Gelê me yê li derveyî Şengalê baweriyeke pir mezin bi YBŞ û YJŞ’ê tîne. Xaka pîroz a Şengalê we parast. Hûn şervanên Şengalê ne û hemû tişt di destê we de ye.”

Piştî merasîma sondxwarinê, ciwanên Êzidî, mezûnbûna xwe pîroz kir û cihê xwe dinava refên YBŞ’ê de girt.



NUJIYAN XELÎL-SARA CANDA/ŞENGAL / ROJNEWS