Di merasîma mezûnbûyînê de fermandara YJŞ’ê Raperîn Engîzek, fermandarê YBŞ’ê Mezlûm Şengal û Kurtay Şengalî beşdar bûn. Mezlûm Şengal axivî û diyar kir ku YBŞ tola 73 fermana ye û got: ‘YBŞ berhema ked û rûmeta Egîdan e. Siberoja vî gelî ronî dike.”
Mezlûm Şengal xîtabî şervanan jî kir û wiha peyivî: “Her hevalê ku di akademiya Şehîd Şengal de perwerde dîtiye divê wek wî têkoşîn bike. Pêwîst e di demek wiha de her kes bi taybet her ciwan xwe baş perwerde bike. Divê şervanên di nava YBŞ’ê de xwe ji bo pêvajoyên nû amade bikin. Ji bo wê jî hevalên ku di vê perwerdeyê de serkeftî bûne divê xwe di warê siyasî û leşkerî de hîn xurtir bikin.”
Xelkê Êzêdî bi YBŞ bawer e
Her wiha Mezlûm Şengal da zanîn ku yekane hêza ku xelkê Êzêdî pê bawer dikin, YBŞ ye û wiha dawî li gotina xwe anî: “Hêza ku bikare doza gelê me bidomîne û wê biparêze, YBŞ û YJŞ ye. Divê her ciwanek me li gor vê rastiyê tevbigere. Her erka ku bikeve ser milê wê bi awayekî herî baş pêk bîne.”
Şervanan piştî axaftina Mezlûm Şengal, sond xwarin. Merasîma leşkerî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.
ŞENGAL