
Şervanên YBŞ-YJŞ'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya pêr danê sibehê bi 7 wesayît û 2 wesayîtên zirxî li girê gundê Sewra li hemberî çeperên YBŞ-YJŞ'ê pêk anî, şikand. Wesayîteke bombebarkirî ya çetayan dema ku xwest xwe bi çeperên şervanan ve bi teqîne, şervanan bi doçka û roketavêja B7 bersiv da û wesayît hîna negihayî armanca xwe îmha kir. Piştre êrîşa çeteyan hate şikandin. Du wesayîtên çeteyan hatin derbkirin. Duyem wesayîta bombebarkirî ji ber bersivdayîna şervanan derfetê teqînê nedît, çeteyên di nava wesayîtê de revîn û wesayît kete destê şervanan.
Bombebeyên di wasayîtê de ji aliyê şervanên pisporên bombeyan ve hatin bêbandor kirin.
Li aliyê din YBŞ û YJŞ’ê dîmenên cebilxaneya Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ku li ser girên rizgarkirî bi dest xistibûn, belav kir. Şervanê YBŞ’ê Çiya Dahola da zanîn ku her guleya avêtine dijmin, tola jinên Êzidî yên dîl girtî ye û got; "Operasyona me serketî derbasbûye û em niha çeperên xwe xurtir dikin."
Çiya Dahola got: “Di vê gavê de 4 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin. Hevalan ew wesayîtên ku ji bo teqandinê rêketine ji dûr ve teqandin. Hevalên ku di eniyan de çeper ji bo me çêkirî û di berdewama operasyonê de hevalên fedayî şer kirî destê wan sax be. Niha em çeperên xwe xurt dikin û ji bo pêngaveke din em amedekariyên xwe dikin. Ji bo em pêşde biçin divê pişta me saxlem be, li ser vê ew cihên em digrin, divê em ji mayînan paqij bikin û di çeperên şer de cihê xwe çêkin."
Dahola wekî din da zanîn ku "piştî ewlekariya vê xetê, ji Siba Şêx Xidir heta Koçoyê, hetanî hemû gundên Êzîdxanê û jin, zarokên Êzîdî bên rizgarkirin wê pêngaveke din were destpêkirin."
ROJNEWS / ŞENGAL