YBŞ’ê, pêr êrişeke mezin a li hemberî gundê Medîbanê a çeteyên DAIŞ´ê şikand û derbeke giran lê xist. Doh fermandariya YBŞ’ê derbarê êrişê û şikandina wê de  daxuyaniyek da û got, “doh saet di 03:40 de bi qasî 200 çeteyên DAIŞ’ê ji sê baskan ve êriş kirin û heta saet 19:00’an bi çekên giran û wesayîtên zirxî êrişê dewam kir.”

Fermandariyê diyar kir ku hêzên YBŞ’ê dor li çeteyan girt û derbên giran li wan xistin. Di vî şerî de 17 çete hatin kuştin û cenazeyên 11´an ji wan li herêma di bin kontrola YBŞ’ê de ma.


 ‘Em ê armanca wan pêk bînin’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin rûxandin û derb li panzerekê hat xistin. Fermandariya YBŞ’ê li ser çek û cebilxaneya ji ser çeteyan hat rakirin jî ev agahî dan:

“3 çekên MP 16, 2 çekên BKC, 1 çeka B7, 5 kleş, 2 telefonên destan, fîşek û roketên van çekan.”

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê da xuyakirin ku di heman şerî de sê hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dane û got, “Ev hevrêyên me piştî fermanê ji Bakurê Kurdistanê hatin Şengalê, ji bo parastina civaka me ya Êzîdî ji roja destpêkê ve bi fedekariyeke mezin tevgeriyan û bersiveke mezin dan vê fermanê. Em soz didin ku em ê armanca van hevrêyên xwe pêk bînin.”

Di şer de şervanên YBS´ê Edîp Arslan / Yilmaz Gever ê sala1995´an liColemêrgê ji dayik bûyî; Selahattîn Çekdar / Mashar Acar ê sala 1990´î li Êlihê ji dayik bûyî û Dilgeş Garzan / Serhat Yasîn Elcîk ê li Bedlîsê ji dayik bûyî jiyana xwe ji dest da. 


Cangoriyên YBŞ’ê hatin veşartin

Şervanên YBŞ’ê yên di şerê 29’ê Gulanê yê li gundê Şengalê Medîbanê jiyana xwe ji dest dayî, bi tevlîbûna bi sedan şervanên YBŞ/YJŞ´ê û gelê Şengalê li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hatin veşartin.

Cenazeyên her sê şervanên cangorî yên YBŞ’ê Dilgeş Garzan, Yilmaz Gever û Selehedîn Çekdar  bi karwanekî ji wesayîtan, ji herêma Amûd birin herêma Serdeştê. Girseya gel darbestên cangoriyan ji wesayîtan daxist û hilda ser milan.

Piştî ku cenaze gihaştin goristanê, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Li dû vê merasîmê ji fermandarên YBŞ’ê Kûrtay Êzdî axivî û sersaxî ji civaka Êzîdî û tevahiya gelê Kurd re xwest. Fermandar Êzdî got: “Hêza ku ji bo rizgarkirina Mûsilê herî zêde şer dike, YBŞ/YJŞ ye. Ev her sê şervanên me ji bo parastina axa Êzîdxanê û Mûsilê bi awayekî qehremane şer kirin û gihîştin şahadetê. Em soz didin; em ê heya dawiyê bidin ser şopa wan û temamiya axa Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij bikin.”

Piştî axaftinên li merasîmê, şervanên YBŞ/YJŞ’ê cenazeyên 3 canoriyan li ber dirûşmên “Şehîd Namirin” li Goristana Şebil Qasim a Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan spartin axê. 


 ŞENGAL